Li Frankfûrtê semînera Jineolojiyê

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, semînerek li ser Jineolojiyê hat lidarxistin.

Semîner ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û FraûenLesbenGrûppe ve hat organîzeirin û bi dehan jin tevlî bûn.

Di destpêka semînerê de Melîha Danişir-Akbaba li ser navê Meclîsa Jinê ya Amara axivî û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir.

Akbaba got, "Em coşa berxwedanê û Newrozê silav dikin. Em gelekî girîng dibînin ku ewçend rêxistinên jinan ên cuda îro li vê derê li hev civiyan e." Akbaba anî ziman, eger jin bi hev re tevbigerin wê xurtir bibin û bal kişand ser girîngiya pêwîstiya rêxistinbûna hevpar a jinan.

Li ser navê FraûenLesbenGrûppe jî Cora Mor peyivî. Mor diyar kir, ew kêfxweş in ji ber ku bi jinên Kurd re dixebitin. Piştre li ser navê Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê Yvonne Heîne axivî.

Di beşa destpêkê ya semînerê de li ser mijarên; jineolojî çi ye, divê armancên xwe çi bin, hat rawestîn.

Heîne ragihand, "Jin" tê wateya jin, jîn û "lojî" jî wateya xwe zanistî ye û got, "Jineolojî di heman demê de projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Heîne da zanîn, Jineolojî mîrateya herî xurt e ku Tevgera Jinên Kurd ji tevgerên cuda yên jinan re hiştiye û anî ziman, zanistiya jinê Jineolojî di nava tevgerên jinan ên cîhanê de bi baldarî tê nîqaşkirin.

Di semînerê de ji bo kongreya Meclîsa Jinê ya Amara ku wê di 2'ê Nîsanê de bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li jinan hat kirin. Semîner bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan azadî", "Na, na, na" û gerandina govendê qediya.