Li Frankfûrt û Londonê li ber Balyozxaneya Fransayê çalakî

Komkujiya Parîsê li paytexta Îngilistan London û bajarê Frakfûrt ê Elmanyayê, li ber balyozxaneyên Fransayê hat protestokirin.

Li paytexta Îngilistan Londonê, endamên Meclîsa Jinan a Jiyan û Kurdistan Solîdarîty Network, komkujiyên Parîsê şermezar kirin û çelenga reş li ber balyozxaneya Fransayê daliqandin.

Endamên Kurdistan Solîdarîty Network, Meclîsa Jinan a Jiyan a Londonê û enternasyonalîst bi boneya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê ya 1’emîn li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin û alên ku wêneyên yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li ser bûn, hatin hildan.

Di çalakiyê de bertek nîşanî komkujiya ku roja 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê qewimî, hat dayîn û bertek nîşanî Fransa jî hat dayîn ku komkujî ronî nekirin. Di axaftinên hatin kirin de, hat gotin ku bi pêşengiya jinên Kurd ruhê azadiyê pêl bi pêl belav dibe û hat destnîşankirin ku wê hesab ji faşîzma Tirk ku berpirsê yekem ê komkujiyan e, bê pirsîn. Piştî axaftinan çelenga reş hat danîna ber deriyê Balyozxaneya Fransa û cihê ketina wê. Di navber çalakger û xebatkarên balyozxaneyê de, rageşiyek dem kurt qewimî. Çalakî bi berzkirina dirûşme û çepikan, bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Meclîsa Jinê ya Amara ku li Frankfûrtê xebatên xwe dimeşîne, bi armanca şermezarkirina Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê li ber Konsolosxaneya Fransayê mîtîngek li dar xist.

Girseyê li ber konsolxaneyê daxuyanî xwend û diyar kirin ku dewleta Fransayê tevî ku di ser Komkujiya 9'ê Çileyê re 10 sal derbas bû jî biryara nepenîtiyê daye û gotin: "Em kujeran nas dikin, Tevî ku dewleta Tirk a faşîst berpirsyariya komkujiya 9'ê Çile girt ser xwe, dewleta Fransa dixwaze komkujiyê di tariyê de bihêle. Em ê li heberî vê bêdeng nemînin."

Çalakgeran komkujiyan diduyan a Parîsê bi bîrxist û çelenga reş danîn li ber avahiya konsolxaneyê.

Çalakî bi dirûşmeya “jin jiyan azadî“ û “Şehîd namirin“ bi dawî bû.