Li Ermenistanê jinên Kurd tecrîd protesto kirin

Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye jinên Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Jin saet di 12.00’na de li Mala Gel kom bûn û di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ de daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Jinên Kurd tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin ûı nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan.

Daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Jinên Azad hate organîzekirin û berxwedana gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate silavkirin.

Endama Yekîtiya Jinên Azad Viyan Hasanov got “Em jin li ku bin, em ê bi Rêbertiya xwe re bin. Em her dem dibêjin azadiya Rêbertiya me, azadiya me ye. Me bi saya felsefeya Rêbertiya xwe, xwe nas kir. Ji ber vê jî ji bo azadiya Rêbertiya me, em ê her dem li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi sloganên ji bo Rêberê Gelê Kurd û gerîlayan bi dawî bû.