Li Edeneyê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ava bû
Li Edeneyê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ava bû. Însiyatîfê xwest ku girtiyên nexweş bêne berdan.
Li Edeneyê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ava bû. Însiyatîfê xwest ku girtiyên nexweş bêne berdan.
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li rêxistina navçeya Seyhanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek da û ragihand ku wan rêxistiniya xwe ava kirine.
Gelek kes di dema daxuyaniyê de amade bûn. Şemsa Bagdû di daxuyaniyê de diyar kir ku ew naxwazin kes bimire.
Bagdû xwest girtiyên nexweş bêne berdan.
Seve Aslan jî diyar kir ku bi navê dayikan ew aştiyê dixwazin û wê ji bo vê yekê têbikoşin.