Li Dresdenê panêla 8’ê Adarê

Meclîsa Jinan a Uta ya Dresdenê ji bo 8’ê Adarê panêleke li dar xist.

Di panêlê de behsa wê giringiya pîrozkirina 8’ê Adarê ya Tevgera Jina Kurd a bi hevkarî  bi rêxistinên din ên jinan re hate kirin.

Di panêlê de Nûpel Munzur a aktîvist axivî û besa berxwedana Şengalê û Rojava ya jinan kir. Munzur diyar kir ku hêza ku Arîn Mîrkan afirandiye divê di têkoşînê de di eniya pêş de be û got li dijî hişmendiya zilêm berxwedaneke mezin hatiye nîşandan.

Munzur got di demên dawî de li Ewropa komujiyên jinan zêde bûne, ew ê dozên têkildarî van komkujiyan bişopîne û diyar kir ku divê di vê mijarê de û mijarên hevşib de mirov bihistyar be.