Li Depê şahiya 8’ê Adarê: Şaredariya Depê wê bibe şaredariya jinê

Namzeta Hevşaredariya Depê ya DEM Partiyê, Songul Duzgun di şahiya 8’ê Adarê de axivî û wiha got, “Me soz da jinan, şaredariya Depê wê bibe şaredariya jinê.”

8'Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ

Meş û şahiya 8'ê Adarê li Depê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk hat.

Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan Serap Dogan jî beşdarî meşê bû û jinan bi şalên mor û spî yên li xwe kirin bal kişandin.

Jin ji sûka sergirtî heta salona dawetê ya ku wê çalakî lê bihata lidar xistin meşiyan.

Di tevahiya meşê de li gel tilîlî û çepikan jinan dirûşmên , "Jin bi hev re bi hêz in", "Em jin in, em bi hêz in", "Jin şer naxwazin", "Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin", "Mêr qetil dike, dewlet diparêze" û "Jin dimeşin, têkoşîn mezin dibe" berz kirin.   

Namzeta Hevşaredariya Xarpêtê Songul Cengîz di çalakiyê de axivî û got, "Em ê bi hev re bi ser bikevin."

ŞAREDARIYA DEPÊ WÊ BIBE ŞAREDARIYA JINÊ

Namzeta hevşaredariyê ya Depê Songul Duzgun got, "Em ê weke jin, vê tarîtiyê ronî bikin û rûpelek nû ya paqij vekin. Em şopdarê Bêrîtanan, Sarayan û Arîn Mîrkan in. Bi hêza ku em ji hezaran jinan digirin, em ê xurttir bibin. Kedên wan dê vala dernakevin û em ê weke jin di 31’ê Adarê de govendê bigerînin. Me soz da jinan, şaredariya Depê wê bibe şaredariya jinê.”

Parlementera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordu jî wiha got, “Bi meşandina têkoşîna xwe ya jinê re, em ê têkoşîna xwe ya li dijî şer, destdirêjî, destavêtin û kuştina jinan mezin bikin. Em dibêjin 'jin, jiyan, azadî', ev felsefeya me ya jiyanê ye. Em ê di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' têkoşîna xwe ya azadiya jinê li dijî vê desthilatdariyê, zîhniyeta mêr, zext û girtinan mezin bikin. 8'ê Adarê li me hemûyan pîroz be. Îro roja me ya berxwedanê ye."

Çalakî bi stranên ku hunermenda herêmî Mesûde Esen û hunermend Mizgîn Dûran pêşkêş kirin, dewam kir. 

Jinan gelek caran di gerandina govendan de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.