Li Brûkselê ji bo peymana Stenbolê çalakî hate kirin

Jinan li paytexta Belçîka Brûkselê ji bo pêkanîna peymana Stenbolê çalakiyek lidar xistin.

Jinên ku li paytexta Belçîka Brûkselê hatin gel hev, bi şîara “Peymana Stenbolê pêk bîne” çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya de ku bi hevkariya YJK-B û SKB’ê hatî lidarxistin, pankarta bi nivîsa “Bila peymana Stenbolê bê pêkanîn, venekêşin” vekirin.

Di çalakiya alên TJK-E û SKB’ê hatin hilgirtin de, jinan dirûşmeyên, “Peymana Stenbolê pêk bîne”, “Bedana me ya me ye”, “Biryara me ya me ye”, “Qad yên me ne”, “Kolan yên me ne” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.