Li Brukselê çalakiya nobetê di hefteya 5’an de didome
Li Brukselê çalakiya nobetê di hefteya 5’an de didome
Li Brukselê çalakiya nobetê di hefteya 5’an de didome
Li Brukselê çalakiya nobetê ya ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di hefteya 5’mîn de didome.
Yeketiya Jinên Sosyalîst (SKB) Rêxistina Belçikayê ya girêdayî AvEG-Kon’ê û Tevgera Jina Kurd bi hev re li ber Sefaretxaneya Fransayê ya li paytextê Belçîka Brukselê ji bo Cansiz, Dogan û Şayelemezê çalakî pêkanîn. Rêxistina Alîkariya Sor ya Belçîkayê jî piştgirî da çalakiyê.
Çalakiya ku li ber Sefaretxaneya Fransa ya li Brukselê di demjimêr 16’an de destpêkir, jinên ku li ber avahiyê kombûn ji bo sê jinên şoreşger edalet xwestin.
Di çalakiyê de sloganên “Jin edaletê dixwazin”, “Tirkiye faşîst hevkar Fransa”, “Berpirsyarên komkujiyê aşkera bikin” avêtin.