Li Bruksel û Stockhomê ji bo berdana endama KJAR’ê çalakî hatin lidarxistin
Li Bruksel û Stockholmê jinan bi daxwaza berdana endama KJAR’ê Werîşe Mûradî çalakî lidar xistin.
Li Bruksel û Stockholmê jinan bi daxwaza berdana endama KJAR’ê Werîşe Mûradî çalakî lidar xistin.
Di 20'ê Cotmehê de li paytexta Swêd Stockholmê û paytexta Belçîka Brukselê bi daxwaza serbestberdana Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku di 1'ê Tebaxê de li bajarê Sine ji aliyê îstîxbaratê ve hat revandin û êşkence lê hat kirin, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de wêneyên Werîşe Mûradî hatin hilgirtin û li dijî polîtîkayên zextê yên dewleta Îranê yên li dijî gel dirûşme hatin berzkirin.
Di çalakiyan de her wiha bang li Raportora Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Îranê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî hate kirin ku ji bo serbestberdana Werîşe Mûradî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.