Li Bernê ji bo darezandina dîktator îmze kom kirin
Di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ de ku hatibû destpêkirin, li bajarê Bern û Frîboûrgê îmze hatin komkirin.
Di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ de ku hatibû destpêkirin, li bajarê Bern û Frîboûrgê îmze hatin komkirin.
Aktivîstên jin li bajarê Bern û Frîboûrg ên Swîsreyê di çarçoveya kampanyê de îmze komkirin. Îmze ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Mizgîn a Bernê ve hate komkirin.
Aktivîsta Meclîsa Jinan a Mizgîn û Hevseroka NCKD a Bernê Hinar Dîlmeç a ji ANF’ê re axivî taybet bang li jin û ciwanan kir ku ji bo kampanya serbikevin divê aktîv tevlî kampanyayê bibin û destek bikin.
Dîlmeç got: “Rawestandina dîktator Erdogan enceq bi xurtkirina berxwedanê pêkan e.”
Aktivîsta Meclîsa Jinan a Mizgîn Rabîa Baldedemîr jî axivî û got: “Ji 25’ê Mijdara 2020’ê û vir ve di çarçoveya tedbîrên pandemiyê îmze kom dikin. Ji bo darezandina dîktatoriyê Swîsreyiyan agahdar dikin. Nêzîkatiyên wan ên baş destekê dide me. Têkoşîna me wê bidome.”