Li ber Balyozxaneya Franse ya Stockholmê çelenga reş
Li ber Balyozxaneya Franse ya Stockholmê çelenga reş
Li ber Balyozxaneya Franse ya Stockholmê çelenga reş
Jinên Kurd ên li Swêdê dijîn, çalakiyên xwe yên ji ronîkirina komkujiya Parîsê ku 9’ê çileyê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez têde jiyana xwe ji dest dan didomînin û li edaletê digerin.
Endam û rêveberên Komeleya Jinên Kurd a Amarayê li ber balyozxaneya Franse ya li Stockholmê li hev civiyan û xwestin komkujî bê ronîkirin. Jinên Kurd ji bo protestokirina helwesta Ewropa û Franseyê ya li hemberî komkujiyê çelengek reş danîn ber balyozxaneyê.
Ji endamên Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinên Kurd a Amarayê Ferah Balcali bal kişand ku Franse polîtîkaya mijûlkirinê bi kar tîne û dixwaze bûyerê bide jibîrkirin û da zanîn ku ew ê dest ji bûyerê bernedin.