Li Başûr di 6 mehan de 60 jinan dawî li jiyana xwe anîn
Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehên dawî de 60 jinan dawî li jiyana xwe aniye û 22 jin jî hatine qetilkirin.
Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehên dawî de 60 jinan dawî li jiyana xwe aniye û 22 jin jî hatine qetilkirin.
Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re di civîna çapameniyê de rapora xwe ya têkildarî di nava 6 mehên borî de şîdeta li dijî jinan aşkere kir û ragihand ku di nava 6 mehên borî de şîdet zêde bûye.
Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re ragihand ku li gorî daneyên li ber destê wan in, di nava 6 mehên borî de, 29 jinan xwe şewitandine, 31 jinan jî dawî li jiyana xwe anîne û 22 jîn bi hincetên cuda hatine qetilkirin. Rêxistinê Piştevaniya Hiqûqî ya bi Jinan re, ji bo çareserkirina kuştina jinan bang li aliyên peywendîdar kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin û alîkariya cidî ji bo dosyayên jinan werin kirin.
Li gorî raporê di sala 2021’an de li dadgehên Silêmaniyê tu dozên jinan nehatine çaresekirin. Lê, li gorî bîlançoya Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdetê, di sala 2021’an li Silêmaniyê 40 jin hatibûn kuştin û 62 jinan jî dawî li jiyana xwe anibû.
Rêxistina Piştevaniya Hiqûqî ya Jinan aşkere kir ku di dema lêpirsînê de gelek dem diçe û ji ber doz paş dikeve, lewma daxwaz kir ku ji bo van dozan dadgehek taybet were avakirin.