Li Bakurê Kurdistanê jin ji bo Jîna Emînî daketin qadan

Li Bakurê Kurdistanê jinan qetilkirina Jîna (Mahsa) Emînî protesto kirin.

Jina ciwan a kurd Jîna (Mahsa) Emînî ji bo serdana malbata xwe çûbû Tehranê û bi hinceta ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû destgîrkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Emînî re li rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û dest bi çalakiyan kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta şermezarkirina qetilkirina Jîna (Mahsa) Emînî, li gelek bajaran daket kolanan. 

RIHA 

Li navçeyên Bêrecûk, Xelfetî, Pirsûs, Wêranşar, Curnê Reş, Hewag û li navenda bajar gelek jin bi awayekî hemwext daxuyanî dan. Platforma Jinan a Rihayê li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyê alaya ku ji pora jinan hatiye çêkirin û bûye sembola çalakiyên Îranê û pankart hat vekirin. 

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek endamên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar axivî û wiha got: “Berxwedan û têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.” 

Parlamenter Ayşe Surucu jî destnîşan kir ku ew zîhniyeta desthilatdariya Îranê baş nas dikin û ev tişt anî ziman: “Em wê zîhniyetê ji Mûsa Orhan ê Îpek Er qetil kirî, ji betalkirina Peymana Stenbolê nas dikin. Lê belê têkoşîna jinan berdewam e. Em ê bi mûyên pora Jînayê re vê têkoşînê ji nû ve vehînin.” 

DÊRSIM 

Qetilkirina Jîna (Mahsa) Amînî li Dêrsimê jî hat şermezarkirin. Rêxistina HDP’a Dêrsimê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dê dijminatiya li jinan dawiya we, piştevaniya jinan jî şoreşê pêk bîne” hatibû vekirin. Rêvebera Meclisa Jinan a HDP’ê ya Dêrsimê Esma Ataş xwend daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Ataş anî ziman ku bi meş û xwepêşandanên xurt ên li kolanan re serhildana li dijî rejîma Îranê ya mêr serdest û polîsên wê yên ‘exlaqê’ tê mezinkirin. 

Ataş, bi domdarî destnîşan kir ku dê jin dê tu carî li dijî zordestiyê dev ji berxwedana xwe bernedin û ev tişt anî ziman: “Serhildana li bajarên Kurdistanê ji bo Mahsayê hatiye destpêkirin, li herêmê pêl bi pêl mezintir dibe. Êdî veguherî serhildana gel. Rejîma Îranê ji bo têkbirina vê serhildanê bi hemû hêza xwe êrişî gel dike. Bi van êrişan re dijminatiya xwe ya li hemberî jinan û Kurdan dîsa piştrast kiriye. Em li vir careke din dubare dikin; têkoşîn û berxwedana Mahsayê, têkoşîna me jî ye. Em ê vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re bikin yek û cîhaneke azad bi hev re ava bikin.” 

COLEMÊRG

Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven ve hat xwendin. Seven, diyar kir ku dê tu êriş nekarin pêşî li têkoşîna jinan û bindestan bigire û wiha got: “Di serî de li Îranê, hemû jinên cîhanê dibêjin êdî bes e.” 

GEVER

Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Geverê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û komîsyona Mafên Jinan a Baroya Colemêrgê jî piştgirî dan daxuyaniyê. Endama Şaxa OHD’a Colemêrgê Cevahî Agrali daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: “Têkoşîn û berxwedana Mahsa Amînî, têkoşîna hemû jinan e. Em ê bi hev re cîhaneke azad ava bikin.” 

SEMSÛR

Meclisa Jinan a HDP’a Semsûrê jî li avahiya partiyê daxuyaniyek da û qetilkirina Emînî şermezar kir. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Semsûrê Yeşîm Camci ve hat xwendin. Jinan, soza têkoşîna hevpar dan. 

MELETÎ

Rêxistina HDP’a Meletiyê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Di serî de jinên kurd ên ji bo Jîna Mahsa Amînî li ber xwe didin, em hemû jinên berxwedêr silav dikin. Dirûşma Jin, jiyan, azadî bû dirûşma sedsala 21’emîn. Têkoşîna Mahsayê, têkoşîna me jinan e.” 

HATAY 

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’a Hatayê daxuyanî da û qetilkirina Jîna Amînî protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo Mahsa Amînî û ji bo azadiya xwe li Îranê, li Tirkiyeyê û li cîhanê serî hil didin” û dowîzên ku wêneyên Amînî li ser bûn hatin vekirin. Di daxuyaniyê Hevserokê HDP’a Hatayê û gelek jin amade bûn. 

ÎSKENDERÛN

Rêxistina HDP’a Îskenderûnê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş, endamên Hêzên Ked û Demokrasiyê û gelek partiyî tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê pankarta “Jin li pey kujeran bi hêza xweparastinê li ber xwe didin” hatibû vekirin û beşdaran gelek caran dirûşmên “Em natirsin, bêdeng namînin, îtaet nakin” û “Jin dimeşin, azad dibin” berz kirin. Metna hevpar a daxuyaniyê ji hêla Rêveberiya Rêxistina HDP’a Îskenderûnê Fîdan Durmeş ve hat xwendin. Durmuş, da zanîn ku kujerê Mahsayê rejîma serdest a mêr e. 

Jinan, piştî daxuyaniyê pora xwe jê kirin.