Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên 25'ê Mijdarê
Jin li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê ji bo 25'ê Mijdarê çalakî kirin û diyar kirin kujerê jinan dewlet e.
Jin li Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê ji bo 25'ê Mijdarê çalakî kirin û diyar kirin kujerê jinan dewlet e.
Li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navnetewî ya Dijî Tundiya Li Jinê çalakî hatin kirin.
Li Amed, Riha, Dersimê û li Stenbol, Izmîr, Edeneyê, Hatayê jin bi çarçoweya 25'ê Mijdarê derketin kuçeyan çalakî kirin.
Li Amedê, Navenda Şêwira Mafê Jinan û Bicihanîna wê ya Baroya Amedê li avahiya xizmetê ya baroyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de Rêvebera Baroyê Bêrîtan Tûran got, ew dixwazin li cîhanê tundî bi dawî bibe û ji bo têkoşîna hiqûqî didomînin. Turan her wiha got dewlet pêvajoya serlêdana çalak asteng dike.
Li Rihayê Platforma Jinan a Bajêr daxuyaniya çapemeniyê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan da. Di daxuyaniya çapemeniyê de Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Tendiristî û Xizmeta Sosyal Selma Ateş axivî û got ew ê li idjî tundiyê bisekinin.
Li Dersimê jî endamên Platforma Jinan a Dersimê li Meydana Seyid Riza hatin cem hev. Li ser navê platformê Fatoş Taşke axivî, got li hemû cîhanê li ser jinan tundiya fizîkî, psîkolojîk, aborî heye.
Her wiha li bajarên Tirkiyê Stenbol, Izmîr, Edene, Hatayê jî ji bo 25'ê Mijdarê çalakî hatin kirin. Di çalakiyan de hate gotin dewlet li şûna ku hemû derfetên xwe ji bo dawî li tundiyê bîne berpirsan diparêze, destkeftiyên jinan tine têne hesibandin.