Li Arjantînê tundiya li ser jinê pir zêde bûye

Li Arjantînê bi çarçoweya têkoşîna dijî virûsa Covîd-19'ê dema mane li malê tundiya nav malî giha asta herî bilind a van deh salên dawî.

Rêxistina mafê mirovan a bi navê La Casa del Eencentroyê ragihand 50 jin hatine kuştin. Li gorî rêxistinê di van 10 salên dawî herî pir îsal jin hatine kuştin.

La Casa del Encuentro diyar kir tenê van 4 rojên dawî 3 jin bi destê mêran hatine kuştin. Li gorî rêxistinê ji ber mane li malê jin zêdetir têne kuştin.

Ada Rîco ya ku projeya çavdêriya tundiya li ser jinê rê ve dibe got, ''Heta ku wan bikujin li jinan dixin, wan dixeniqînin.''  Rîca her wihagot, ''Em pir fikaran dikin, ev reqam di nav deh salên dawî de yên herî zêde ne.''

Li Arjantînê tevdîrên mana li malê 20'ê Adarê dest pê kir. Roja pêşî 18 jin hatibûn kuştin.