Li Arjantînê kurtaj êdî qanûnî ye

Serokkomarê Arjantînê Alberto Fernandez qanûna kurtajê ku 30'ê Kanûnê li parlamentê hate qebûlkirin, pejirand û mohra xwe danî binê vê qanûnê.

Piştî ku Serokkomar Alberto Fernandez roja Pêncşemê qanû pejirand, kurtaj bi rengekî fermî legal bû.

Qanûn piştî ku roja Înê li Rojnameya Fermî hate weşandin wê piştî heyşt rojan bikeve meriyetê.

Arjantîn ku nifûsa xew 45 milyon kes e, bû yekemîn welatê herî mezin ê Latîn Emerîkayê ku heta hefteya 14'an bêşert destûra kurtajê dide.

Heta niha tenê li Kuba, Ûrûgûay, Gûyana, bajarê Meksîko û eyaleta Oaxaca ya Meksîkayê qanûnî bû ku bi dilxwazî kurtaj bê kirin.

Fermandez ku çepgirekî navendî ye, di dema îmzekirinê de got, "Îro civakeke me ya hîn baş û bêhtir wekhev heye."

Fernandez destnîşan kir ku ev derfeta biryardanê dide jinan weke gaveke mezin ber bi wekheviya maf bi nav kir.

Ev qanûn weke encameke çalakiyên dîrokî yên jinan hate qebûlkirin. Ji bo qanûna kurtajê, tevî şewbê jî bi deh hezaran jinan çalakî kirin.