Li Amûdê broşurên 8'ê Adarê hatin belavkirin

Bi pêşengiya Kongra Star li Amûdê broşur hatin belavkirin û ji bo çalakiyên 8'ê Adarê banga tevlîbûnê hate kirin.

Li bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê broşur hatin belavkirin. Broşurên bi sernavê "Bi vîna jina azad, em ê siyaseta qirkirinê, dagirkerî û tecrîdê bişikînin" li nava bajêr li jinan hatin belavkirin.

Di broşuran de bang li jinan hate kirin ku beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê yên li bajêr bibin. Her wiha ji bo semînera têkildarî mijara 'Tundiya li jinê' banga tevlîbûnê hate kirin.