Li Amsterdamê meşa 8’ê Adarê

Li Amsterdamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hat lidarxistin. Di meşê de payama, “Berfirehkirina têkoşîna hevpar a li dijî pergala dewleta mêr a ku keda jinê îstîsmar dike” hat dayîn.

8'ê adarê roja jinên kedkar ên cîhanê / amsterdam

Li paytexta Hollanda Amsterdamê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hat lidarxistin. Bi sedan jin beşdarî meşa ku ji aliyê platformên jinan ên cuda ve hat organîzekirin, bûn. Di meşê de pankarta "Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê" hat hilgirtin.

Jinên ku ji neteweyên cuda hatin cem hev û xwestin dengê wan bê bihîstin gelek caran dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin. Jinan di meşê de wêneyê 3 jinên şoreşger ên ku dewleta Îranê cezayê darvekirinê li wan biriye, hatin hilgirtin û daxwaza berdana wan hate kirin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û banga berfirehkirina têkoşîna hevpar a li dijî pergala dewleta mêr a ku keda jinê îstîsmar dike hate kirin.