Li Amedê jin di bin gefa polîsan de meşiyan

Platforma Jinan a Dicle Amed (DAKP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Jinê meşek lidar xistin.

Jinên ku li Çerxerêya Dunya ya navçeya Peyîzava hatin ba hev di bin dorpêça polîsan meşiyan.

Hejmara polîsan a sê qatî jinên çalakvan bal kişand.

Polîsan şewba vîrûsa koronayê kirin hincet û diyar kirin ku wê rê nedin meşê.

Piştî muzakereya hate kirin, jin heta Çerxereiya Medya meşiyan.

Berdevka Demê ya TJA Ayşe Gokkan axivî û jinên hatine qetilkirin bîbîr anî û got: “Ev mirin deqekî rejin li ser eniya dewletê. Em jin dewletekî ku jinê red dikin, em jî wan red dikin.”

Piştre jî berdevka DAKP’ê Nîhal Yanik daxuyanî da çapemeniyê û got: “Li gelemperiya cîhanê di nava rojê de bi giştî bi kêmanî 137 jin, ji aliyê xizmê xwe yê herî nêz ve ango mêr ve tê qetilkirin. Di nava salê de nêzî 12 milyon zarokên keç bi zorê tê zewicandin. Şideta li ser jinê polîtîk e. Em ê heqê xwe li kolanan bigirin, em dizanin li mal, kolan, kar, girtîgeh dibistan û li her cihê lê dijînin, bi bilindkirina têkoşînê em ê bi ser bikevin. Em devjê bernadin.”