Li Ûrmiyeyê jinekê dawî li jiyana xwe anî

Hat ragihandin ku duh li bajarê Ûrmiyê jinekê ji ber pirsgirêkên malbatî dawî li jiyana xwe aniye.

Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) duh jina ciwan ya bi navê Zehra Sabirî (21) ku ji gundê Quniyê ya herêma Soma Biradost a bajarê Ûrmiyê ye dawî li jiyana xwe anî.

Piştî bûyerê xizmên jina ciwan ew rakirin nexweşxaneyê û li gel hemû mudaxeleyên bijîşkî jî nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî heman çavkaniyan jî jina ciwan ji ber pirsgirêkên malbatî dawî li jiyana xwe aniye.

Li Rojhilatê Kurdistanê bêkarî, xizanî, tundiya li ser jinê, zewaca bi darê zorê, zayendperestî, nebûna zagonên ji bo parastina jinan û paşverûtiyên civakî û malbatî gelek caran bûne sedem ku ciwan û bi taybetî jinên ciwan dawî li jiyana xwe bînin.