Li Şengalê Cejna Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin

Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî bi dirûşma ‘Bi yekitiya Êzidiyan û bi ruhê Çarşema Serê Nîsanê em ê xweseriya Şengalê ava bikin’ hat lidarxistin. Cihê şahiyê bi kulîlkên Nîsanê hatin xemilandin û Êzidî bi cil û bergên xwe yên resen tev li bûn.

Di şahiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Naîf Şemo axaftina vekirinê kir û wiha got: “Hêvî dikim hemû rojên me wisa be. Yek jê roja me ya girîng û pîroz jî Çarşema Serê Nîsanê ye. Ji ber ku di vê rojê de cîhan hatiye afirandin. Em weke Rêveberiya  Xweser vê rojê li hemû Êzidî û cîhanê pîroz dikin. Em vê rojê li malbatên şehîdan, şervanên li serê çiyan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em vê cejna pîroz li serokê xwe pîroz dikin û berxwedana li Îmraliyê silav dikin.”

Piştî axaftina vekirinê Koma Çiyayê Şengalê derket ser dikê û bi stranên xwe dilê gel xweş kir.

Piştre peyama Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin. Di peyamê de cejna Êzidiyan hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi destxistina xweseriya Şengalê. Em vê cejnê li Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û hêzên YBŞ-YJŞ pîroz dikin.  Em hêvî dikin ku sala bê her kes bi azad vê cejnê pîroz bikin.”

Piştî peyamê têkildarî girîngiya rojê şanoyek hat pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin.

Şahiya Çarşema Serê Nîsanê bi gerandina govendê berdewam kir.