Li Şehbayê 8'ê Adarê hate pîrozkirin

Jinên Efrîn û Şehbayê bi coş û moraleke mezin 8’ê Adarê li Şehbayê pîroz kirin.

Jinên Efrîn û Şehbayê li herêma Şehba bi coş û moralek mezin hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.

Jinên Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e” şahiya xwe lidarxistin.

Gel li Gundê Maratê ya navçeya Ehdas kombûn, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşekê derbasî şahiyê bûn.

Di şahiyê de peyama Rêber Apo ji aliyê Newroz û Zahîde Mamo ve hate xwendin, piştre li ser navê Kongra Star, endamên Desteya Jin Zelûx Reşîd û Nerîman Hisên axifîn.

Di şahiyê de jina bi navê Şervîn Reşîd hestên xwe yên derbarê vê rojê de anî ziman, di axaftina xwe de xuya kir ku îro bi coş, moral û kêfxweşiyeke mezin tevlî şahiyê bûye û got: “Bi hêviya ku di sala nû de li Efrînê û bi Rêber Apo re şahiya 8’ê Adarê li dar bixînin.”

Piştî wê şahî bi komên stran, govend yên Kevana Zêrîn û dîlanên jinan dom kir.

Di dawiyê de jina Efrînî ya bi navê Emîne jî li ser roja 8’ê Adarê axivî û got: “Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin, bi hêviya ku di sala bê de li Efrînê ya rizgarkirî, bi serbilindî û bi rizgariya Rêber Apo re em vê rojê pîroz bikin. Berxwedaniya jinên Efrînê ya li Efrînê kirin 58’roj bûn û tu carî berxwedaniya xwe li şûn nehêlan. Mana me ya li Şehbayê dîsa bi pêşengtiya jinên Efrînê çêbû û li ku bin bila bibin, emê berxwedaniya xwe ji bo vegera Efrînê berdewam bikin.”