HEVPEYVÎN

Li Şehbayê 292 kedkarên tenduristiyê xizmetê didin

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ku ji sala 2018’an û vir ve xizmeta gelê Şehbayê dike bi 292 kedkarên tenduristiyê re xizmetê didin. Nexweşxaneyên Avrîn û Til Rifet sê navendên tenduristiyê û sê klînîkên diranan jî xizmetê ji gel re dikin.

Şêniyên Efrînê yên ku di sala 2018’an ji ber dagirkeriya dewleta TIrk, neçar man cih û warên xwe terk bikin li Şehbayê bi cih bûn. Şêniyên Efrînê li Şehbayê pêşî pergala tenduristiyê ava kirin. Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehba ku bi 217 kedkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Avrîn û 78 kedkarên tenduristiyê li Nexweşxaneya Til Rifet xizmetê didin, di komîn û meclîsan de xwe bi rêxistin kiriye. Zêdeyî 170 komîteyên tenduristiyê û li meclîsan jî 24 komîteyên tenduristiyê hene. Ji bilî nexweşxaneyên Avrîn û Til Rifet, sê navendên tenduristiyê li taxên Babinis, Um Hoş û Taanê; Til Rifet, Babinis û navçeya Ehrezê jî sê klînîkên diranan hene.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehba Dr. Azad Reşo li ser pergala tenduristiyê ya kantonê ji ANF'ê re axivî. Dr. Azad Reşo got: “Ji bo şêniyên Efrînê, Kantona Şehbayê herêmeke dijwar bû. Ji ber şerên berê ji sedî 90’ê herêmê wêran bûye. Binesaziya herêmê hema bêje tune bû. Nexweşxane, navenda tenduristiyê hwd. tu sazî û rêxistinek têkildarî tenduristiyê tune bû. Bijîşk û personelên me yên tenduristiyê yên Efrînê di bin konan de xebatên tenduristiyê meşandin. Li Şehbaya ku gel herikî wê derê ji bo jiyaneke bi tendurist jîngeheke guncav tune bû. Di destpêkê de, mirov li kamp û xaniyan nediman. Cihê wan tune bû ku xwe bispêrinê. Ji ber vê yekê, nexweşî bi lez belav dibû. Li ser navê Rêveberiya Xweser gava yekemîn vekirina Nexweşxaneya Avrînê bû. Dema em dibêjin nexweşxane, em nikarin bibêjin ku navendeke tenduristiyê ye. Mîna malekê bû. Nexweşxaneya Avrîn bi pêşketina beşan hêdî hêdî mezin bû. Ji nexweşiyên jineolojî û zarokan, ji nexweşiyên hundir heta dermatolojiyê klînîk hatin vekirin. Helbet ev ne bes bûn.

LI NAVÇEYAN NAVENDÊN TENDURISTIYÊ Û LI TIL RIFETÊ JÎ NEXWEŞXANE

Li navçeyan jî navendên tenduristiyê hatin vekirin. Ji ber li dijî Şehbayê êrîş bênavber didomin, nexweşxaneya Avrîn û navendên tenduristiyê têr nehatin dîtin. Bi vê boneyê nexweşxaneyek li Til Rifetê hate vekirin. Tevî êrîşên dewleta Tirk a rojane û ambargoya li ser herêmê, xebatên tenduristiyê rojekê jî nesekinîn. Ji ber ambargoyê gelek zehmet e ku malzemeyên tenduristiyê derbasî herêmê bibin. Li gel vê jî em bi hemû hêza xwe ji bo civakeke xizmetê dikin. Nexweşxane û navendên tenduristiyê yên me di rewşa awarte de serketî ne, lê hewceye ku profesyoneltir bibin. Divê derfetên ku karibe nexweşiyan derman bike bên afirandin. Du nexweşxane û navendên me yên tenduristiyê bêpere xizmetê didin, lê ji bo ku xebatên hîn saxlemtir bên kirin, pêdivî bi pisporîbûnê heye."

Dr. Azad Reşo bîr xist ku ew hewl didin beriya ku nexweşî dest pê bikin pêşî li nexweşiyan bigirin û wiha domand: “Ji bo pêşîgirtina li nexweşiyan, em di serî de giraniyê didin perwerdekirina personelên tenduristiyê. Her wiha hişyarkirina  gel di nav erk û peywirên me de ye.”

ÊRÎŞ, AMBARGO Û QEYRANA ABORÎ

Di berdewamiya axaftina xwe de Dr. Azad Reşo bal kişand ser zehmetiyên Desteya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê û wiha axivî: “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji neçarî dibe sedema zehmetiyê û qeyrana aborî. Ev jî raasterast bandorê li aliyê tenduristiyê dike. Di vê çarçoveyê de Komîteya Alîkariya Mirovî ya ku di nava Desteya Tenduristiyê de hatiye avakirin, kesên ku pirsgirêkên tenduristiyê dijîn derman dike di aliyê aboriyê de jî alîkariya wan dike. Ambargoya ku li ser herêmê tê sepandin, qeyraneke tenduristiyê ya giran û kaosê diafirîne. Ji ber ambargoya hikûmeta Şamê, pêdiviyên tenduristiyê nagihine herêmê. Dema nexweşek diçe dermanxaneyê, ger sê dermanên wî hebin, herî zêde dikare yek ji wan peyda bike, lê carinan dermanên xwe nabîne. Ji ber ambargoyê gelek derman nayên peydakirin. Nexweşxaneyên me jî dibin hedefa êrîşên dewleta Tirk. Ne hêsan e ku nexweşxaneyên di bin şert û mercên dijwar de hatine çêkirin û wek berê xizmetê bidin."

RÊXISTINÊN ALÎKARIYÊ PIŞTGIRIYÊ NADIN

Dr. Azad da zanîn ku gelek rêxistinên alîkariyê derbasî kantona Efrîn û Şehba bûne lê ji çavdêrî û lêkolînê wêdetir derneketine. Azad Reşo got: “Gelek saziyên alîkariyê ji derveyê herêmê tên kantonê, nexweşan muayene dikin, lê ji nexweşan re nabin derman. Her çiqas derfetên wan hebin jî pêdiviyên wan ên dermanan nayên bicihanîn. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê heta niha nehatiye kantonê. Serdanên Xaça Sor hebûn, lê ji çavdêrî û daneyan wêdetir neçûn. Heyva Sor di gelek mijaran de piştgirî da û derfetên xwe yên heyî seferber kir, lê ji ber ku derfetên wan tune bûn ku pêdiviyên kantonê bi cih bîne, têrê nekir.”

DEST BI JINÛVE AVAKIRINÊ DIKIN

Dr. Azad Reşo derbirî kir ku pergala heyî ji bo peydakirina pêdiviyên civakê têrê nake.  Dr. Azad diyar kir ku wê bi Peymana Civakî re rêxistiniyê xurtir bikin û ev tişt got: “Perwerdeya bi tendurist ji bo afirandina civakek saxlem girîng e. Civakek nexweş nikare rast bifikire û pêk bîne. Ji ber vê yekê divê aliyê civakî ji aliyê tenduristiyê neyê veqetandin. Divê di nav meclîsên tenduristiyê yên di sazî û rêxistinên kantonê yên bên avakirin de cih bigirin.”