Li Îzmîrê 9 jin hatin destgîrkirin
Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de 9 jin hatin destgîrkirin.
Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de 9 jin hatin destgîrkirin.
Li Îzmîrê jî polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de kelûpel hatin belavkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal, telefon û computeran.
Di serdegirtinan de Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul jî di nav de 9 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê" hatin destgîrkirin. Her wiha hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan danîne ser destgîrkiriyan.