Li Îspanyayê jin li hemberî ‘patrîarkavîrusê’ meşiyan

Li Îspanyayê jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li hemberî ‘patrîarkavîrusê’ meşiyan.

Bi sed hezaran jin tevlî çalakiyên li welat bûn. Li Madrîdê pankarta ‘Serweriya mêran ji koronavîrusê zêdetir dibe sedema mirinan’ bal kişand.

Li gorî polîsan 120 hezar jin daketin qadan lê li gorî texmînan hejmara rastîn zêdetir e.

Jinan li hemberî serweriya mêran dovîzên ‘patrîarkavîrus’ hildan.

Li Îspanyayê li dijî şîddeta cînsan di sala 2004’an qanûnek hate amadekirin û Îspanya xwedî tevgereke xurt a femînîst e. Ji sala 2003’an û vir ve li welat hezar û 47 cînayetên li ser jinan hate kirin.