Li Îranê zext û zordariya li jinê giran dibe

Polîsên Îranê ji bo jinên ku qanûna nixumandina serî binpê dikin tespît bikin û ceza bikin, dest bi bikaranîna teknolojiya serdema dawî kir.

Polîsên Îranê li ser înternetê daxuyaniyek dan û gotin, ji îro û pê ve wê li ser rê, li wesayitên girseyî, li hin navendan hewldanên plankirî wê bikevin meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo tespîtkirina kesên ku qanûnê binpê dikin, wê teknolojî bê bikaranîn."

Tedbîrên nû piştî serhildana gel a bi meha Îlonê re destpê kir û jin bi taybetî li ber qanûna kincên Îslamî rabûn, ketin rojevê.

Di 16'ê Îlonê de jin a Kurd a ciwan Jîna Emînî bi hinceta ku li gorî pîvanên Îslamî xwe nenixumandiye, li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hate qetilkirin û ji hingî ve li tevahiya welêt çalakiyên şermezarkirinê têne lidarxistin. Di van çalakiyan de bi sedan mirov hatin qetilkirin, bi deh hezaran kes jî hating irtin.

Rayedarê polîsan Hasan Mofahamî got, "Li gorî qanûnên heyî nenixumandina serî sûc e."

Rayedar got, "Mirovên ku qanûnê binpê dikin, ji kiryarên xwe berpirsyar in."

Mofahamî her wiha ragihand ku şîrketên dihêlin ku xebatkar serê xwe nenixumînin wê beriya girtinê bêne hişyarkirin.