Li Îranê du jinên Kurd li ber deriyê nexweşxaneyê mirin

Li Îranê di nava 10 rojên dawî de 2 jinên Kurd, ji bo ku nexweşxaneyê ew qebûl nekirine jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatî bidestxistin li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, jina bi navê K.Z. ya 33 salî ku ducanî bû, ji ber şewba giran hevjînê wê xwest rake nexweşxaneya bajêr a bi navê Nexweşxaneya Be’sat. Lê belê ji bo ku rayedarên nexweşxaneyê ew qebûl nekiriye, jiyana xwe ji dest daye.
Dîsa bi heman awayî li bajarê Pîranşarê, jina bi navê Zolayha Sarşîn, ji ber nexweşiya wê hevjînê wê xwest rake nexweşxaneyê. Lê belê nexweşxaneyê Şarşîn qebûl nekir û jê re gotin biçe Mahabadê lê belê ambûlans nedanê. Şarşîn a ku nexweşxaneyê bi ambûlansê neşandî, hevjînê wê xwest bi derfetên xwe bibe lê belê Şarşîn di rê de ji ber xwîna çûyî ser mejiyê wê, jiyana xwe ji dest da.