Li Îranê dijminahiya jinan: Zêdeyî 150 kargeh hatin girtin
Li Îranê rayedaran ragihand ku bi hinceta ne nixûmandina serî zêdeyî 150 saziyên bazirganiyê girtine.
Li Îranê rayedaran ragihand ku bi hinceta ne nixûmandina serî zêdeyî 150 saziyên bazirganiyê girtine.
Piştî daxuyaniya polîsan a ku ji bo qanûnên nixûmandina serî bê pêkanîn bi karanîna teknolojiyê, saziyên bazirganiyê jî hedef hatin nîşandan.
Li gorî ajansê Tasnîmê berdevkê polîsan Saîd Mûntazerûlmehdî got ku 137 firoşgeh û 18 restoran û salona resepsiyonê hatine girtin.
Polîsên Îranê di nava rojê de li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kiribû ku ji vir û şûn de di rêyên ji bo gel vekirî û wesayîtan de û li tesîsên ku nixûmandina serî lê hatine rakirin, ew çalakiyên bi baldarî hatine plankirin pêşbînî dikin.
Ev tedbîrên nû, bi taybetî ji meha Îlonê û vir ve, piştî ku jinan hîn zêdetir qanûnên cil û bergên Îslamî red kir, hat pêşxistin.
Li giştî welêt piştî qetilkirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve, çalakiyên protestoyî hene. Di van çalakiyan de bi sedan kes hatin qetilkirin û bi deh hezaran jî hatin girtin.