Li Îngilîstanê Kampa Jineolojiyê

Li Îngilîstanê bi beşdariya 35 jinan kampa Jineolojiyê pêk hat û 4 rojan dewam kir.

Jinên ji bajarên London, Manchester, Brîstol, Shefîeld, Bîrmîngham û Brîghtonê tevlî kampê bûn.

Di nava 4 rojên kampê de li ser Jinolojiyê nîqaş hatin kirin, mijarên; konfederalîzma demokratîk, rola jinê di guhertina civakî de û xwezaya jinê hatin nirxandin.

Jinên femînîst, çep, antî faşîst, antî kapîtalîst û xwedî perspektîfên cuda yên tevlî kampê bûn, tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parve kirin.

Jinan di dawiya kampê de daxuyaniyeke hevpar dan û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. Jinan bi bîr xistin ku Leyla Guven, Îmam Şîş, Nasir Yagiz û çalakgerên din ên bedena xwe dane ber mirinê, rewşa wan a tenduristiyê di asta krîtîk de ye.

Ji bo qebûlkirina daxwazên berxwedêran jinan bang li dinyayê kirin û xwestin, piştgiriya bi çalakgeran re bê xurtkirin. Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên "Bes e ji tecrîdê re", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.