Li Êlihê 8’ê Adarê: Wê bibe sedsala jinan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Salîha Aydenîz di mîtînga 8’ê Adarê ya li Êlihê axivî û got ku “Wê ev sedsal bibe ya jinan û Kurdan.”

Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin ber bi azadiyê ve diçin" li Êlihê hat destpêkirin bi coş û kelecana jinan bi axafitnan berdewam dike.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Aktîvîstên TJA'yê, Meclisa Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevli mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û wiha got: "Bi qirkirinê û bi komkujiyan dixwazin me tune bikin. Lê meşa meşa me ya azadiyê qet bi dawî nebû. Sakîne, Sêvê, Pakîze û bi sedan kesên wekî wan qetil kirin lê me qet dest ji têkoşîna xwe berneda. Wan jinek qetil kir em bûn hezar jin. "

Piştre Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Muhsîne Kinak axivî û got bila ev roj bibe wesîleya aştiyê û şer raweste.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz jî 8'ê Adara jinan pîroz kir û got ku îktîdar naxwaze jin di xebatan de cih bigirin û dengê xwe bilind bikin. Songul wiha berdewam kir: "Li dijî hemû êrîşan jinan têkoşîna xwe berdewam kir. Em duh jî hebûn îro jî hene û em ê sibe jî hebin."

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: "Me destkeftiyên xwe hêsan bi dest nexistine. Me di vê rêyê de bedelên giran dan .Em têkoşîna xwe bidomînin. Em jinên kurd li Rojava bûn pêşengên azadiyê û avakirina civakeke nû. Îkqtîdarê di serî de êrîşî destkeftiyên jinan kir. Lê hem hevserokatiyê bi dest wan ve bernadin. Em dest ji nûnertiya wekhev bernadin."

Aydenîz herî dawî wiha got: "Em Kurd mecbûr in ku tifaqa xwe ava bikin. Vê jî di serî de divê jin bikin. Jin kesên ku civakê fam dikin û pêş dixine. Em jin ji bo vê berpirsiyariyê amade ne. Em bi sekna xwe her roj li kolanan, li malê û li cihê kar di berxwedanê de ne. Li dijî hemû tundiyê me serî netewand û em natewînin. Ez 8'ê Adara hemû jinan pîroz dikim."

Mîtîng bi sitran û govendê bi dawî bû.