Li Êlihê 11 jin hatin destgîrkirin
Li Êlihê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, di serdegirtina hin malan de 11 jin hatin destgîrkirin.
Li Êlihê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, di serdegirtina hin malan de 11 jin hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li Êlihê de, danê sibehê polîsan bi ser hin malan de girt. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnur Delî, Zeynep Odûncû û Rûken Zeryam Işik hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê.