Li 5 bajarên Ewropayê çalakiyên 8'ê Adarê
Li bajarên Rennes û Selestatê, li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarên Essen û Gîessen ên Elmanyayê jin ji bo 8'ê Adarê daketin qadan.
Li bajarên Rennes û Selestatê, li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarên Essen û Gîessen ên Elmanyayê jin ji bo 8'ê Adarê daketin qadan.
Li bajarên Rennes û Selestatê, li paytexta Belçîka Brukselê û li bajarên Essen û Gîessen ên Elmanyayê jin ji bo 8'ê Adarê daketin qadan.
RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komeleya Jinê ya Zîn û CDK-R ve hat organîzekirin û rêxistinên jinên Fransayî jî tevlî bûn. Jinên Kurd û Fransayî li meydana Dalle du Colombîerê li hev civiyan û heta Place de la Repûblîqûe meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî hatin qîrîn. Çalakgeran di dema meşê de gelek belavok belav kirin. Piştî meşê li Place de la Repûblîqûe mîtîng hate lidarxistin û li ser 8'ê Adarê axaftin hat kirin. Çalakî bi gerandina govendê qediya.
SELESTAT: Li bajarê Selestat ê herêma Grand-Est a Fransayê, bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zîn bi sedan jin li hev civiyan û bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî lidar xistin. Piştî ku koma muzîkê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir, nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Axîn Gulo peyivî. Axîn Gulo bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê di nava têkoşîna jinan de û got, "Ji kîjan nîjadî dibe bila bibe, nasnameyeke jinê heye; ew jî jin e." Axîn Gulo da xuyakirin, ku jinên Kurd li dijî pavşerûtiyê parastina azadiyê dikin û got, "Têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna me ya bingehîn e. Têkoşîna me xwe dispêre berxwedana ji 40 salan." Çalakiya ku cara yekemîn e bi vî rengî girseyî li bajarê Selestatê tê lidarxistin, bi stranan qediya.
BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan û Yekîtiya Jinên Sosyalîst bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek lidar xistin. Meşa bi vê armancê li Place de la Monnaîe pêk hat. Mîtînga piştî meşê jî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Jinan li ber dahol û defê govend gerandin, dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qîriyan û belavok belav kirin.
ESSEN: Bi wesîleya 8'ê Adarê li bajarê Essen ê Elmanyayê meşek hat lidarxistin. Meş ji aliyê Meclîsên Jinan ên li bajarên Essen, Dûîsbûrg û Dortmûndê ve hat organîzkirin û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Kujer-faşîst Erdogan" hatin qîrîn. Piştî meşê, mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran bal kişandin ser asta heyî ya têkoşîna jinê û destnîşan kirin, ku wê bi coşa 8'ê Adarê hê bi xurtî pêşwaziya Newrozê bikin. Her wiha bal hat kişandin ser rola jinan di refearndûmê de hat û ragihandin, xebatên jinan wê serketina dengê 'NA' diyar bike. Çalakgerên ku dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" qîriyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi balonan ve kirin û bi hewa xistin.
GÎESSEN: Çalakiya 8'ê Adarê ya li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî bi dirûşma "Di referandûmê de em bêjin NA" hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê partiyên çep ên Elman, Autonomes Frauenhaus, Antifaschistische Revolutionaere Aktion Giessen (ARAG), SDAJ, Internationalistisches Bundnis û meclîsa Jinê ya Berçem a Gîessenê hat lidarxistin. Mirovên ji her nîjadî di meşê de cih girtin û banga dayîna dengê 'NA' di referandûmê de kirin. Meş bi beşdariya 350-400 kesî pêk hat û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Polîsên Elman di dema meşê de hişyarî dan ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê danîn, lê çalakgeran posterên Ocalan û alên YPG-YPJ dananîn û çalakiya xwe dewam kirin. Meş û mîtîngê du saetan dewam kir û bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Sara, Rojbîn, Ronahî" û "Bijî Serok Apo" qediya.