Leyla Şaylemez li ser gora xwe hate bîranîn

Leyla Şaylemez a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk hatibû qetilkirin, li Mêrsînê li ser gora xwe hate bîranîn.

Leyla Şaylemez a ku di Komkujiya Parîsê ya sala 2013’yan de hatibû qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn li ser gora Leyla Şaylemez a li Goristana Guneykentê pêk hat. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê, Cûmalî Şaylemez yê ku navê Leyla Şaylemez e û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Jinên ku tev li bîranînê bûn qerenfîl danîn ser gora Leyla Şaylemez.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ligel di ser qetlîamê re 10 sal derbas bûn jî hêzên li pişt komkujiyê nehatin eşkerekirin û wiha got: “Em dizanin ku li pey vê komkujiyê desthilatdariya AKP’ê heye. Yek ji van komkujiyan jî ne tesadufî ye. Desthilatdarên mêrane yên serdest ji bo rejîma xwe ava bikin, ewilî jinan dikin hedef. Li ser bedena jinan şer mezin dikin û dixwazin xwe wisa birêxistin bikin. 

Hêzên li pey komkujiya Parîsê ya ewil û komkujiya Silopiya heman hêz in. Heman hêzan sê hevrêyên me yên jin qetil kirin. Di roja me ya îro de jî li Silêmaniyê Nagihan Akarsel, li Rojava Hevrîn Xelef û herî dawî jî sê hevalên me li Navenda Çanda Kurd a Parîsê hatin qetilkirin. Yên ku kujerên qetlîama 10 sal berê dernexistin holê, heman qetlîam pêk anîn. Lê divê were zanîn wê qetlîam û êriş nikaribin têkoşîna jinan bide sekinandin.”