Koordînasyona Kongra Star: Tola me şoreşa jinê ye

Koordînasyona Kongra Star di salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê de şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û got, “Hesabê wan sûcên navnetewî teqez wê bê pirsîn.”

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku ji ber ku komkujiya 9’ê Çileyê nehatiye ronîkirin di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya 2’emîn a Parîsê pêk hatiye.

Berfirehiya daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha ye:

“Di salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê de em şehîdên xwe yên nemir Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi minetdarî bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Dîsa şehîdên Silopiyê Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku pêşengtiya berxwedana rêveberiya xweser li Botanê kirin û şehîdên komkujiya 2’emîn a Parîsê, Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Kongra Star dewleta Tirk a qirker û hêzên komploger bi hêrs û nefret şermezar dikin û soza tolhildana şehîdên xwe dubare dikin.

Li ser komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an 10 sal derbas bûye. Lê di nava 10 salan de edalet nehatiye pêkanîn ji ber ku qetlîam ji aliyê dewleta Fransa nehatiye ronîkirin. Şûna ku hêzên li pişta vê komkujiyê hov werin tespît û ceza kirin, li ser navê sira dewletê û berjewendiyên navdewletî ev 10 sal in ser heqîqetê tê girtin. Em Kongra Star vê helwestê dewleta Fransa û saziyên wî qebûl nakin û şermezar dikin. Heta ku berpirsiyariya dewleta Tirk fermî neyê teyîtkirin em ê dewleta Fransa ji vê komkujiyê berpirsiyar bibînin.

Ji ber ku komkujiya 9’ê Çile nehatiye ronîkirin di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya 2’emîn a Parîsê pêk hat. Ev jî berpirsiyariya Fransa carek din radixe ber çavan. Di her du komkujiyên Parîsê de kê tetîk kişandibe, kujer dewleta Tirk e, MÎT e. Lazim e Fransa jî sûcdarên esasî derbixîne holê, bidarize û ceza bike. An wê weke cihekî ku îstîxbaratên faşîst lê ne, were zanîn. Ev jî rûreşiyeke mezin e.

Bi komkujiya Parîsê ya ku pêşenga me ya mezin, endama damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û dîroka zindî ya tevgera azadiya jinan a Kurdistanê, hevrê Sara, hedef girtiye. Dewleta Tirk a faşîst pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jin daye destpêkirin. Komkujiya Parîsê di pêvajoyeke ku bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke nû hilbirî pêkhat. Ji bo tasfiye kirina şoreşa jinê biryarê kuştina pêşengên jinê girtin. Di çarçoveya vê konseptê di hundirê 10 sal him li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê him jî di parçeyên din û li derveyê welêt bi dehan jinên pêşeng û şoreşger ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê em hevrêyên xwe yên nemir Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Hind Latîf, Seda Faysal, Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Ehmed Îsa, Jiyan Tolhilan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Raniya Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Ezedîn, Diyana Elo, Zeyneb Sarûxan û  Nagîhan Akarsel bi dilsozî bi bîr tînin. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên xwe bilindkirina têkoşînê heya serkeftinê ye. 

Em şehîd xistina pêşengên xwe tu carî qebûl nakin, efû nakin, ji bîr nakin. Hesabê wan sûcên navnetewî teqez wê bê pirsîn. Em ê tola xwe bi mîsoger û bilindkirina şoreşa jinê bistînin.”