Kongreya Star: Ji bo şoreşa jinan em xwedî li Efrînê derkevin!

Kongreya Star Efrîn, bang li hemû jinên cîhanê kir ku bila li hemberî êrîşên dewleta Tirk piştgiriyê bidin kampanyaya #WomenRiseUpForAfrin.

Kongreya Star Efrîn têkildarî êrîşên dewleta Tirk îro daxuyanî da û bang li jinên cîhanê kir.

‘LI SER AXA XWE EM Ê ŞOREŞA JINAN AVA BIKIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên nijadperest, olperest û zayendperest dixwaze çanda jinan tune bike. Efrîn yek ji bajarê girîng ê şoreşa çandinî û gundan e. Jinan di vê pêvajoyê de rola xwe lîstin û li ser yekîtiyeke azad jîngeheke nû ava kirin. Jixwe li Efrînê di kevneşopiyên gel de Xwedawenda Îştar bûye sembola jiyana hevpar.

Li ser her gir û dara zeytûnê destanên qehremaniyê hene û jinan bi têkoşîna xwe ev destan nivîsandine. Em soza xwe dubare dikin ku em ê mîrateya şoreşa jinan bidomînin. Em ê îrade û têkoşîna xwe, berxwedana xwe bidomînin.

Di şexsê Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê destana qehremaniyê ji nû ve hate nivîsandin. Ji bo hemû jinên cîhanê bûn sembola jina azad. Me hêza xweparastinê ya jinan li her derê birêxistin kir. Me dît ku çeka me ya herî xurt hevgirtina jinan e. Li ser vî esasî me hêz, yekîtî û îradeya xwe xurt kir. Îro li Efrînê bi hezaran jin ji bo parastina ax û dahatûya xwe rahiştine çekan.

‘EM LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BIKIN’

Li hemberî faşîzm û dagirkeriyê YPJ, Asayîşa Jinan û Parastina Jin ketiye dîroka berxwedanê ya cîhanê. Li Efrînê li pêş çavê cîhanê dagirkeriyek tê kirin û çeka me ya herî xurt wê ev e ku em hevgirtina jinan xurt bikin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz ên cîhanê dikin. Ji bo parastina nirxên mirovayetiyê, ji bo Efrînê rabin ser piyan! Werin em çalakiyên xwe geştir bikin û şoreşa jinan li hemû cîhanê belav bikin!

Em bang Ii jinên cîhanê dikin, werin em piştgiriyê bidin kampanyaya #WomenRiseUpForAfrin. Em daxwazên jinan ên azadî û aştiyê geştir bikin.

Heta ku êrîşên dewleta Tirk bisekine, em ê vê kampanyayê bidomînin. Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinan e!”