Kongreya Komuna Jinê ya Şehîd Meryem a Hîldesheîmê

Komun Jinê ya Şehîd Meryem a li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, kongreya xwe ya duyemîn pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.

Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hîldesheîmê (NCDK) pêk hat û bi dehan jin tevlî bûn.

Kongreyê bi peyama "Jina herî bedew, ew jin e ku bi rengekî azad dijî; bi serhildana li dijî mêtingerî, faşîzm û şîdetê û ji bo rêxistinkirina berxwedaneke bi rengê jinê em kongreya xwe pêk tînin" dest pê kir. Jinan di şexsê Delal Amed de ji bo hemû jinên di têkoşîna şoreşê de şehîd bûn deqeyek rêz girtin.

Li dû hilbijartina dîwanê, Hediye Denîz li ser rewşa siyasî axivî.

Piştî xwendin û nirxandina rapora karê salekê jî, hilbijartin hate kirin. Dûre komîsyonên rêxistinbûn, çand, karên derve, dayikên aştiyê, bawerî, kooperatîfa civakî, çapemenî û ciwanan ên ji 25 jinan hatin hilbijartin.

Di dawiyê de jî Berdevkên Komuna Jinê ya Şehîd Meryem hatin hilbijartin.