Kongreya 8'an a Kongreya Star bi girtina biryaran bi dawî bû

Kongreya Giştî ya 8’an a Kongreya Star bi girtina biryar û hilbijartina endamên nû yên koordînasyonê bi dawî bû.

Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jin mîsoger bikin" kongreya xwe ya 8'emîn li dar xist. 300 delgeyên ji hersê kantonên herêmê (Efrîn, Firat û Efrînê), Minbic, Heleb, Dêrazorê, Şam û Reqayê beşdarî kongreyê bûn.

Piştî xwendina rapora du salên dawî ya kongreyê û nîqaşên li ser wê, rêzikanameya Kongreya Star hate erêkirin. Piştî 7 nûner wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Biryarên di kongreyê de hatine girtin wiha ne:

*Têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya çalakiyan û danasîna ramanê rêbertî bi hemû jinan were bilindkirin.

*Doza qetilkirina sivîlan ji bo dadgehên navnetewî were rakirin û danasîna şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

*Bi armanca danasîna zanista ekolojî û pêşxistina wê û girtina vê zanistî wekî esasê aborî, tenduristî û siyasî, dewreyên perwerdeyê di vî warê de werin vekirin.

*Kongreya Star, jineolojiya bingehê têkoşîna xwe di her qadan de esas digire û li ser vî esasê dê hemû rêbazên têkoşîn û berxwedana hevpar a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin birêxistinkirin, her wiha ev zanist di xizmeta civakê de sûdê jê wergirtin.

*Komîteya çalakiyan were avakirin û aktîvkirin, armanc ji vê yekê xeteke çalakiyan di neteweya demokratîk û têkoşîna azadiya jinan were avakirin.

*Têkoşîna li dijî şerê taybet û siyasetên plankirî wekî kuştin û qirkirina etnîkî berdewam bike.

*Ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî jinan û rêgirtina li ber hemû cûreyên tundiya li ser jinan wekî zewicandina zarokan û pirjinanî çalakiyên cûda werin lidarxistin.

*Têkildarî koçberan û astengiyên ku dikişînin, ji bo dîtina çareseriyên guncaw, agahî derbarê jinên koçber de werin komkirin, rewşa wan li gorî bername û planên were başkirin.

*Ji bo şopandina dozên girêdayî rêxistina DAIŞ'ê, di warê doplomatîk de komîteyeke hiqûqî were aktîvkirin.

*Jinên astengdar werin perwerdekirin û li sazî û komîtyên Kongreya Star werin belavkirin.

*Sîstemeke nû ji bo parastina zarokan, bicihanîna pêwîstiyên wan û mîsogerkirina pêşeroja wan were avakirin.

*Projeyên aborî werin vekirin da ku derfetên kar ji jinan re werin peydakirin.

*Girîngî bê dayîna kooperatîfan ji bo ku encamên erênî bên bidestxistin.

*Têkoşîna doplomatîk a jinan li qadên Başûrê Kurdistanê, Lubnan û Ewropayê were xurtkirin û ji nûve were birêxistinkirin.

*Buro û nûnertiyên nû li Rojhilata Navîn werin vekirin.

*Ji bo endamên (Jin û zilam) ên di warê dadê de kar dikin dewreyên perwerdeyê li ser esasê nirxê azadî, edalet û demokrasiyê werin vekirin.

*Komîtya Çand û Hunerê ya Kongreya Star li dijî nejadperestî, zayendperestî, olperest zanistperest têkoşîn bike û modela demokrasî, ekolojî, jin di xeta çand û hunerê de were pêşxistin.

*Têkilî bi partiyên siyasî yên jinan li ser ease xeta sêyemîn werin xurtkirin.