Kongreya 5’emîn a Yekîtiya Star dest pê kir

Kongreya 5’emîn a Yekîtiya Star dest pê kir

Li bajaroka Rimêlan ya Girkê Legê kongreya 5’emîn ya rêxistina jina Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star bi tevlîbûna 350 delege û mêvanên ji hemû bajarên Rojavayê kurdistanê û Sûriyeyê, Ewropa  û Libnanê destpê kir.

Kongre li Navenda Çand û Hunera Rimêlan, bi beşdariya 350 delege û mêvanên  ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, Ewropa û Libnanê. Her wiha mêvanên ji Însyatîfa Jina Sûriyeyê, Şaxa jinan ya PYD’ê, Tevgera Kurdistana Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Komeleya Rewşenbîrî ya Suryaniyan, Partiya Çep, Komîteya jinên ciwan a Tevgera Ciwanên Şoreşger, Komîteya Têkliyan aTEV-DEM’ê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û hin jinên serbixwe jî di kongirê de beşdar bûn.

Kongra bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama kordînesyona Yekîtiya Star Henîfe Hisên axaftina destpêkirinê kir û Kongire li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, hemû cangoriyên azadiyê û hemû jinên berxwedêr pîroz kir. Hesên, bal kişand ser geşedanên li Rojavayê Kuristanê û Suriyê û diyar kir ku jinan di destpêka şoreşa Suriyê de cihê xwe di nava tekoşînê de girtiye û di nava meş, çalakiyên siyasî û hemû beşên din yên xebatê bi rengê xwe cihê xwe girtiye.

Hisên bi van gotinan: ‘’ Jin nîvê civakê ye, ew civak bi xwe ye û ji neha û pêve dê jin çarenûsa xwe ya di jiyanê de diyar bike û biryara mafên xwe yên azadiyê nîşan bike.’’ Dawî li axaftina xwe anî.

Dîwana rêvebirinê ya kongreyê ji 5 endaman hate hilbijartin. Kongire bi axaftinên Endama Komeleya Rewşenbîr ya Suryaniyan Nedîra Goriya, Endama Partiya Yekîtiya Suryaniyan Şamîran Şemûn, Endama Însyatîfa Jina Suriyê Sîham Dawûd, Endama Desteya Bilind Îlham Ehmed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdula, Endama Tevgera Kurdistana Suriyê Menal Ebdê, Endama Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Xedîca dom kir.