Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Kongra Star: Serhildanê polîtîkayên rejîmê vala derxist

Kongra Star got: “12’ê Adarê polîtîkayên rejîma Baasê vala derxist” û bal kişand ku çareseriya di roja îro de jî diyalog e.

Koordînasyona Kongra Star a Rojava têkildarî salvegera 16’an a Serhildana Qamişloyê daxuyaniyek nivîskî da.

‘POLÎTÎKAYÊN DIJMINKIRINÊ HATIYE VALADERXISTIN’

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

"Îro 12 Adarê ye anku salvegera 16`mîn a Serhildana Qamişlo ye. Çirûskên serhildanê li Stada Beledî ya Qamişlo destpê kir û gihaşt bajarên Rojava, Heleb û Şamê û veguherî raperîna gelan. Rejîma Baasê hewldana derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de dikir, li ser vî esasî di maçê de komeke ciwanên Kurd li hemberî ciwanên Kurd tehrîk kirin û di encamê bi dehan sivîl bûn qurbanî.Di vê rojê de em şehîdên Serhildana Qamişlo û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Bi hilkeftina Şoreşa Rojava û nexasim bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li herêmên Rojava ku gelên Sûriyê pêk ve beşdar bûne, siyaseta rejîma Baasê têk çû.

‘YEKANE ÇARESERIYA KRÎZÊ DIYALOG E’

Lê daxuyaniya Serok Dewletê Sûriyê Beşdar El-Esed xizmeta gelên herêmê nake û berdwama siyaseta înkarkirinê û hişmendiya şovenîst a li dijî gelên herêmê û gelên Kurd bi taybet e. Lewma aloziya Sûriyê kûrtir dibe. Tekane rêya çareseriya aloziya Sûriyê diyalogên Sûrî-Sûrî ye. Em Kongreya Star nûnertiya beşek ji Rêveberiyên Xweser ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, her wiha em di wê baweriyê de ne ku tekane rêya çareseriya aloziyê projeya demokratîk e. Li ser vî esasî em bang li jinên Sûriyê dikin ku ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng, nenavendî û garantiya ewlehiya herêmê, yekdest bin.”