Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî
Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde û kesên di komkujiya dewleta Tirk de şehîd bûne bi bîr anî.
Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde û kesên di komkujiya dewleta Tirk de şehîd bûne bi bîr anî.
Di 13′ê Cotmeha 2019′an de artêşa Tirk a dagirker komkujiyeke hovane li dijî karwanê welatiyan ku berê xwe dabû Serêkaniyê da ku piştgiriya gel li dijî êrişên dagirkeriyê bikin, pêk anî, di encama wê êrîşa hovane de 11 welatî şehîd bûbûn.
Bi vê boneyê, Meclisa Kongra Star şehîdên komkujiyê û şehîd Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde di salvegera şehadeta wan a 4′an de, bi bîr anîn.
Meclisê di daxuyaniya xwe de got ku dewleta Tirk bi hemwextî di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrişên xwe yên hovane didomîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi tevahî rêbazên hovane û çekên qedexekirî şerê qirkirinê û êrişên barbarî pêk tîne.
Di daxuyaniya meclisê hate diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û guhartina demografiyê, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyê, sûcên şer in û ev êriş wê DAÎŞ′ê zindî bikin.
Meclisê sûcên li dijî herêmê, sûcê hovane yê li dijî Hevrîn Xelef û hedefgirtina karwanê welatiyan şermezar kirin. Her wiha meclisê di dawiyê de bang li rêxistin û tevgerên jinan û gel kir ku li dijî siyaseta qirkirinê têkoşîna xwe mezin bikin.
MINBIC
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê bi boneya salvegera şehîd Hevrîn Xelef merasîma bîranînê li dar xist.
Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, komîteyên girêdayî wê, meclisên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Minbicê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya Mihemed behsa têkoşîna şehîd Hevrîn kir û wiha got: "Şehîd Hevrîn li pêş çavên tevahî cîhanê hate suîqastkirin. Lê îro Hevrîn bû meşaleya azadiyê ya tevahî jinên Sûriyeyê."
Dûre mûm hatin pêxistin û beşdaran got ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarê rêça wan bin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbic Nûra El Hamid jî axivî û wiha got: "Kesayeta Hevrîn kesayeteke xurt bû û bi vîn, zanabûn û rêxistina xwe ya siyasî karî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bibe û bibe xwedî vîn û hêzeke siyasî ya xurt. Ji lew re bi destê dewleta Tirk hate sûîqastkirin."
Nûra wiha dawî li gotina xwe anî: “Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civata navneteweyî, rêxistinên mirovî û hiqûqî dikin ku kujerên Hevrîn Xelef ceza bikin. Ev kiryar îsrara jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sûcdaran zêde dike."