Kongra Star: Armanca êrîşan destkeftiya jinan e

Rêxistina Kongra Star têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Armanca êrîşan destkeftiya jinan e” û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Rêxistina Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li dijî Herêmên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşand. Kongra Star, ragihand ku ji 4’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe ya li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hiqûqa navneteweyî binpê dike derxistiye asta herî jor û bang li raya giştî ya demokratîk, hemû rêxistinên jin û parêzvanên mafê mirovan û jinan kir ku li dijî vê binpêkirê helwest nîşan bidin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Dewleta Tirk çalakiya 1’ê Cotmehê ya li Enqereyê ya li dijî Wezareta Karên Hundir ku ji aliyê Navenda Parastina Gel (NPG) hate lidar xistin, ji bo rewakirina sûcên xwe yên li dijî mafên mirovan ên li ser gelê Kurd û îdîayên xwe yên dagirkirina herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke hincet nîşan da û bi kar anî. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan roja Çarşemê di daxuyaniyek fermî de şer li dijî gelê Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

BINESAZÎ Û AVAHIYÊN XIZMETGUZARÎ HATIN HEDEF GIRITIN

Êrîş li dijî binesazî û avahiyên xizmetguzarî pêk hatin. Êrîşên bi vî rengî, wek mînak li ser ceyran, av û nexweşxaneyan, di serî de bandorê li ser gel dike, ezmûnek bi êş e ku gelên herêmê rast tên. Bi armanca avakirina tirsê û têkbirina aramiyê li herêmê, dewleta Tirk bi dijwarî êrîşên hewayî zêdeyî 40 hedefên li seranserê Bakurê Sûriyê pêk anîn. Ji aliyekî ve bi taybetî cihên niştecihbûnê yên wekî wesayîtên bajarên mezin, parkên giştî û derdora kampa Waşûkaniyê ku penaberên bajarê Serêkaniyê ku di Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin dihewîne, kirin hedef. Ji aliyê din ve bi giranî çavkaniyên girîng ên wekî kargeh, navendên petrolê, ceyran û avê bûn hedefa êrîşan. Bi taybetî bi hedefgirtina stasyonên avê şert û mercên jiyanê yên bingehîn a gelê herêmê dixin nava zehmetiyê. Ji ber gelê herêmê rêyeke alternatîf û xweser hilbijartiye, dewleta Tirk di vê çarçoveyê de gel bi êrîşên xwe ceza dike û hewl dide bi van polîtîkayên xwe yên êrîşê gel neçarî koçberiyê bike. Her çend Tirkiye di civaka navneteweyî de xwe weke dewleta ku herî zêde penaber dihewîne nîşan dide jî, bi êrîşên xwe re gelek caran bi zanebûn bi xwe bûye sedemê koçberiyê ye.

HEDEFA ÊRÎŞAN BI TAYBETÎ DESTKEFTIYA JINAN E

Weke Tevgera Jinê ya Kongra Star, em gefên şer a heyî û êrîşan bi tundî şermezar dikin. Me beriya 11 sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinê da destpê kirin. Me rêxistin û meclîsên jinan ên xwerêveberiyê ava kirin û di nava gel de gihiştin wê hişmendiyê ku civakek ku jin tê de ne azad be civak azad nabe. Ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, ekolojîk a li ser esasê azadiya jinê her roj me têkoşînek mezin da û li hemberî êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê me bi berdêlên mezin destkeftî û nirxên ku hatin bidestxistin parastin.

 Ragihandina şer û êrîşên dewleta Tirk a niha li dijî Rêveberiya Xweser û binesaziya wê, beriya her tiştî êrîşa li dijî destkeftiyên şoreşa jinê ye. Armanca wan ew e ku hêviyên xurt ên jinên herêmê yên ji bo azadiya xwe û sîstemeke civakî ya demokratîk li tevahiya Sûriyeyê bifetisînin. Ev berdewamî û gurkirina şerê balafirên bêmirov ên Tirkiyê ne ku bi mehane berdewam dike, bi armanca êrîşên li ser kesayetên pêşeng ên jin û pêkhateyên jinan e.

Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiya şoreşa jinê û destkeftiyên wê dizanin û em ê dest ji wan bernedin. Ev ne tenê rêyeke alternatîf ji bo jinên Kurd û civaka Kurd vedike, di heman demê de îlhamê dide jinên hemû pêkhateyên herêmê. Hêviyê dide hemû jinên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo azadî û aştiyê têdikoşin, li dijî pergala desthilatdariya baviksalarî ya li ser bingeha şer, mêtîngerî ava bû. Divê em bi hev re vê hêviyê biparêzin!

BANG LI RAYA GIŞTÎ HATE KIRIN

Ji ber vê yekê em weke tevgera jin Kongra Star bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, mafên mirovan û bi taybetî jî parêzvanên mafên jinan ên cîhanê dikin ku: Piştgirî bidin şoreşa jinê û Rêveberiya Xweser, ji bo rawestandina êrîşên hovane di raya giştî de helwestek bidin xuya kirin. Ji ber sûcên şer ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin, divê hesab bê xwestin û ji bo pêşî li pêlên êrîşan bê girtin, piştgirî bidin daxwaza me ya girtina qada hawayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”