Kongra Star 18’emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir

Koordînasyona Kongra Star di 18’emîn salvegera damezrandina xwe de got, “18’emîn salvegera damezrandina Kongra Star bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî tacîdar bû.”

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 18’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî weşand. Kongra Star destnîşan kir ku, di serdemek ku her diçe aloziya li Rojhilata Navîn mezin dibe de, wek rêxistinek jin bi rêxistinkirina jinan li tevahî qadan xebatên xwe pêk tînin û got, “Di avakirina hişmendiya xwebûnê, azadîxwazî û xweparastinê de bi hemû rê û rêbazan me serkeftinên mezin bi dest xist. Her wiha li dijî her cure polîtîkayên serdestan me helwesta xwe nîşan da.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev helwest bi sekna jinan ya sala 2022’yan diyar bû, bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî ku di serhildana Rojhilat û tevahî Îranê de, di şexsê Jîna Emînî de û bi pêşengtiya jinan hişt ku heya roja îro ev serhildan dewam bike û bi demê re veguheze meşa azadiya jinan ya bê navber.

Di sala 2022’yan de herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrîşên pir mezin, berxwedanek bêhempa nîşan daye. Bêguman berdêlên mezin di encama van êrîşan de hate dayîn. Di şexsê leheng û sembolên berxwedana cewherî ya jinan şehîd Zeyeb Saroxan, Diya Hogir, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn, Zîlan, Bêrîvan ,Nagîhan, Delal, Sosin, Nûjiyan, Mizgîn Rojhilat, şehîdên Gurza Gelan , şoreşgerên pêşeng ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyî de em tevahî şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin.

Berxwedana jinan ya li tevahî cîhanê, bingeha xwe ji nerazîbûnên hişmendiya netew-dewlet digire û li ser vê bingehî têkoşîna me jinan bê navber didome. Heta ku em mafên xwe yên xwezayî yên ku bi zorê ji me hatine standin bigirin, wê têkoşîna me bidome.

Di 18’emîn salvegera rêxistina me Kongra Star de, dîsa bi helwesteke xurttir, îdîayeke bi hêzttir û hişmendiyeke xweparastinê, em ê projeya xwe ya ku armanca wê azadkirina tevahî jinan ji zilm û zordariyê ye û avakirina civakeke li ser hêmên demokrasî, azadî û wekheviya zayendane pêk bînin. Ev berxwedan encax bi hevgirtina jinan li tevahiya cîhanê  û bilindkirina asta têkoşînê pêkan e. Dîsa em dibêjin felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku bûye formûlek efsaneyî wê rêya çareseriyê ji hemû aloziyê jiyanê re bîne. Bi vê wesîleyê em 18’emîn salvegera damezrandina rêxistina xwe Kongra Star pîroz dikin.”