Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê': Jin di hedefa rejîmê de ne
Di axaftinên li konferansa 'Zincîra bêdengiyê' de bal hat kişandin ku pergal jinê çawa dike hedef. Di konferansê de hate destnîşankirin ku tecrîd bi têkoşînê dikare were şikandin.
Di axaftinên li konferansa 'Zincîra bêdengiyê' de bal hat kişandin ku pergal jinê çawa dike hedef. Di konferansê de hate destnîşankirin ku tecrîd bi têkoşînê dikare were şikandin.
Konferansa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” lidar dixe didome. Konferansa ku ji qada navnetewî jî kes beşdar bûne, li oteleke li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin. Li eywanê pankarta “Bi jin jiyan azadiyê ve ber bi azadiyê ve” ku dirûşmeya kampanyaya TJA’yê ye hate daliqandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, endamên Dayikên Aştiyê, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tevlî konferansê bûn.
Piştî axaftina vekirinê û navberek hat dayîn û dû re jî mijara "Nêrînek li girtîgehên îro yên Tirkiyeyê" dewam kir.
Gulseren Yolerî moderatoriya rûniştinê kir û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.
Girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de bûn û beriya rûniştinê hatin berdan derketin ser dikê û jinan silav kirin. Şadiye Manap a li vir axivî got, "Eger rêya mirovan ronî be û armanc azadî be, çi dibe bila bibe rê vekiriye. Em spasiya we dikin. Başe ku hûn hen in.” Emîne Yildirim wiha got, "Me careke din dît ku dema em bi hev re bin em xurttir in. Em li hemberî berxwedana we bi rêzdarî bejna xwe ditewînin." Emîne Îpek jî got, "Ez jî gelekî bi kelecan im. Ez hemû hevrêyên ku ne li cem me ne bi rêzdarî silav dikim. Mevlûce Acar jî got ku ew ne 30 sal, 40 sal in di nava têkoşînê de ye.
‘EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
Îlkay Demîr ku di sala 1971'an de hat girtin û ji nifşa 68'an e, di rûniştina yekemîn de bal kişand ser êşkenceya di salên 1970 û 1980'an de li girtîgehan û got: "Wê demê li girtîgehan zext û êşkenceyên giran dihatin kirin. Lê li derve jî berxwedaneke mezin hebû. Em dikarin bêjin tecrîd ji hundir ber bi derve ve diçe, li derve jî têkoşîna azadiyê tecrîdê tune dike. Divê em bi hemû hêza xwe tecrîdê pûç bikin."
JIN DI HEDEFA REJÎMÊ DE NE
Di konferansê de aktîvîsta TJA'yê û di heman demê de parêzer Rûşen Seydaoglû mijara bi sernavê “Belavbûna pergala tecrîdê ya ji girtîhan ber bi civakê ve" pêşkeşkir û got: "Di pêvajoya niha de têkoşîna civakê mezin bûye lê tê xwestin ku mesafeyek bixin navbera girtîgeh û civakê.
Tecrîd ne tenê li girtîgehan belav dibe, girtîgeh bûne amûrekî tecrîdê. Bi rêya girtîgehan polîtîkayên afirandina civakek din tê amadekirin. Di çarçoveya hiqûqa pozîtîf divê mafê hevdîtina girtiyên jin hebe, lê em dibînin ku her tişt ji hêla îdareya girtîgehê ve tê kontrolkirin. Niha li girtîgehan kulîlk nayên xwedîkirin. Ev mijar tên ji bîr kirin. Ji xwe bi saya berxwedanê li hicreyan kamera hatin rakirin. Girtî bi berxwedanê gelek tiştî nîşanî me didin. Lêgerîna tazî û kontrola dûcanibûnê li jinan tê ferzkirin. Mekanîzmayên tahakkumê li derve jî tê meşandin. Em bi hişmendiya mêrê serdest re rûbirû dimînin. Niha bi hezaran jin bi tacîza darizandinê re rûbirû ne. Jiyana jinê dixin di bin tecrîd de û heps dikin."
BAL HAT KIŞANDIN SER TECRÎDÊ
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, di konferansê de mijara bi sernavê “Îhlalkirina mafê tenduristiyê ya girtiyên jin ên siyasî û têkoşîna jinên girtî" pêşkeş kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Feraseta mafên mirovan û qebûlkirina êşkenceyê bi saya têkoşîna dayikan pêk hat. Ev têkoşîn îro li paş maye. Îro di nava civakê de pesnê êşkenceyê dikare bê dayîn, ev yek ji polîtîkayên tecrîdê ne serbixwe ye."
Fincanciyê di pêşkêşkirina xwe de li ser pênaseya êşkenceyê sekinî û got: "Helwestên bibin sedema nebaşbûna tendirustiya kesan 'êşkence ye'. Jin dikarin 3 danan xwarinê bixwin. Dikarin li qada germ bin. Pêdiviya wan ji ava germ çêdibe. Loma belkî tercih dikin. Helwesta bi tenê hiştinê dibe sedem em heman pêvajoyê di civakê de temaşe bikin. Ji ber israra mayina girtiyên nexweşiya wan giran dibe sedem ku ev girtî jiyana xwe ji dest bidin."
BERXWEDANA JINÊN KURD
Aktivîsta TJA'yê Çaglar Demîrel mafê axaftinê girt û wiha got: "Ez ji bo hevrêyên xwe yên di zindanan de dîl tên girtin silavê xwe dişînim. Wekî tevgera jinên kurd ne tenê ji bo nasnameya jinan, ji bo nasnameya neteweyî jî têkoşîn didome. Ger em vê têkoşînê ji dîrokê heta niha bi kurtasî rave bikin bi darbeya 12'ê Îlonê Sakîne Cansiz bû pêşenga serhildana jinan. Em jî dewamiya vê têkoşînê ne. Sakineyê di 12'ê Îlonê de got pêsîrên min jê kirin lê wekî jin min fedî kir ku ez bêjim ax. Gultan Kişanak li dijî Esat Oktay li ber xwe da. Polîtîkbûyina jinên kurd ji polîtîkbûna bi hêz a zindanan derbas dibe."
Çaglar wiha got: "Gel qebûl kir ku em ne terorîst in. Lê belê dewletê qebûl nekir. Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di 2012'an de ez tevlî çalakiyên grevên birçîbûnê bûm. Piştî 68 rojên greva birçîbûnê pêvajoya muzakereyê dest pê kir. Ev destkeftiyên serhildana me bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ‘ger jin di vê muzakereyê de tune bin wê ev muzakere nemeşin.’ Hevaleke me di muzakereyê de cih girt. Bi vî rengî ji dewletê re rave kir ku têkoşîna jinan çiqasî girîng e."