Konferansa Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê hat lidarxistin

Di konferansê de niqaş li ser têkoşîna li dijî tundûtûjiya dîjîtal hat kirin, biryar hat dayîn ku ji bo hişmendî, bipêşvebirina xebatên çandî û şarezakirina jinan di warê teknolojiyê de, navendek bê vekirin.

Li Şehbayê bi dirûşmeya "Ji têkoşîna Sakîne û Evînê heta bi Jîna, Zeyneb û Nagihanê jin jiyan azadî" 1'emîn Konferansa Zanistî ya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Kampa Serdem a Şehbayê hat lidarxistin. 200 delegeyên ku ji Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) û jinên ji saziyên din, tev li konferansê bûn.

Di destpêka konferansê de li axaftina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel hat guhdarîkirin. Her wiha perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla endama Navenda Jineolojiyê Nûjiyan Hisên ve hatin xwendin.

Piştî sînevîzyona li ser têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla hate nîşandan, encamên lêkolînên Navenda Jineolojiyê ya Heleb, Efrîn û Şehbayê ji hêla endama rêveber a Navenda Jineolojiyê ya herêma Şehba-Efrînê Zahîde Mamo ve hatin xwendin.

Piştî niqaşa li ser mijar û encamên lêkolînê yên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, komîteya amadekar a konferansê, beşdar kirin çar kom û ji bo xwe gihandina hîmên çareserkirina gelek pirsgirêkan, li ser awayên tundûtûjiya li ser jinan xebatên atolyeyî hatin kirin. Di atolyeyan de li ser tundûtûjiya li ser zarokan, geşkirina aboriya bi piştevanî û komunaliyê, tundûtûjiya teknolojîk, yekitiya jinan û xurtkirina dostaniya jinan hat rawestin.

Piştî niqaşan biryar hat dayîn ku ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjiya elektronîk a bi her awayî, dest bi kampanyayên neteweyî bê kirin, pirtûkxane, bên vekirin piştgiriya projeyên xebat û çandê bê kirin, bi perspektîfa jinan bên pêşkêşkirin, ji bo perwerdekirina ciwan û jinan li dijî tundûtûjiya elektronîk û şarezarkirina jinan di warê teknolojiyê de ji bo xwe biparêzin navendek bê vekirin.

Konferans bi stranên Koma Şehîd Heva ya Kevana Zêrîn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.