Konferansa Jinan a HDK’ê dest pê kir

Konferansa Jinan a HDK’ê dest pê kir

Konferansa Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dest pê kir. Jinan di runiştina yekemîn a konferansê de rojeva tevgera jinan, polîtîkayên beden-ked- nasnameyê û têkoşînê axivîn.

Li konferansê pankart û dovîzên wekê ‘Jin li alî aştiyê ne, muxatabê muzakereyêne,  keda me, bedema me û nasnameya me ya me ye’ hatin daliqandin.

Sînevîzyoneke ku têkoşîna jinan vedigot hat nîşandan. Piştre mijara planên têkoşîn û polîtÎkayên ked-bedenn- nasname, rojeva tevgera jinan hat nîqaşkirin.

Li ser navê Koordînasyona Jinan a HDK’ê Yildiz Îrmek axivî û metna hatibû amadekirin xwend. Îrmek diyar kir ku AKP li aliyekêbi polîtîkayên aboriyê yê neolîberal civakê xizan dike û aliyê din jî bi polîtîkayên muhafazakar jinan di malê de hesp dike. Îrmek balkişand ser şîdeta li ser jinê û got her diçe zêdetir dibe.

HIKÛMET HEWL DIDE TUNDIYÊ VEŞÊRE

Îrmek diyar kir ku hikûmet li dijî şîdeta li ser jinê tênakoşe û wiha got: “Berovajî vê şîdetê vedişêre.  Îstîhdama jinê jî di sedî 26’an de maye. Keda jinê bûye hedefa polîtîkayên aboriyê yên neolîberal. Her tiştî bi keda jinê telefî dikin. Keda jinê tê erzankirin û bê rêxistin dihêlin.

HIKÛMET DI PÊVAJOYA VEKIŞÎNÊ DE DIVÊ EWLEHIYÊ BIDE

Îrek balkişand ser vekişîna gerîlayan a di 8’ê Gulanê de û diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayîn de divê ewlehiya makeqanûnî bide û ji bo pêşî li hemû provakasyonan bê girtin divê li herêmên vekişînê opersyonên leşkerî teqez neyê kirin. Îrmek diyar kir ku di serî de jin û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Piştre hevseroka HDK’ê Fatma Gok jî axivî û diyar kir ku mexdurên sereke yên şer jinin û got divê zimanê aştiyê bê runiştandin.

Gulker Akaya jî diyar kir ku ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhan êli ser jinan şîdet û muhafazakariya zayendî zêde bûye.

LI CERDEVANAN BALDAR BIN

Serpîl Arslan jî balkişand ser cerdevanên li Dêrsîmê hatine peywirdarkirin û got: “Divê em vê bikin rojeva xwe.  Divê em hikûmeta AKP’ê teşîr bikin. Divê em xebatekê der barê vê de bimeşînin.”

Mukaddes Çelîk jî divê Meclisa Jinan a HDK’ê roleke bi bandor bilîze û divê derkevin kolanan û dengê xwe bikind bikin.

Gulseran Pusatli jî li ser xebatên ku divê Meclisa Jinan a HDK’ê di pêvajoya muzakere û amadekariya makeqanûna de bê kirin sekîn3i.

Gulsum Agaoglu jî diyar kir ku divê sûcên li hemberî gerîlayên jin bên lêkolînkirin û xwest komîsyoneke şopandinê ya bo pêvajoyê bê amadekirin.

Parlamneter Sebahat Tuncel jî diyar kir ku Tirkiye ketiye pêvajoyeke nû û got: “Ev pêvajo di heman demê de nêzîkatiyeke nû ya têkoşîna wekhevî, edelet û muzakereyê ye.

15 deqeqî navber dan konferansê.