BI DÎMEN

'Komplo planeke qirêj a li dijî paşeroja ciwanan bû'

Gerîlayên HPG'ê li ser komploya 9'ê Cotmehê axivîn û anîn ziman ku komplo planeke qirêj a li ser paşeroja ciwanan bû, lê belê bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd hate têkbirin.

KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ

Gerîlayên HPG'ê Rêzan Zîlan, Kendal Azad û Rojhat Norşîn têkildarî komploya 9'ê Cotmehê ya sala 1998'an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin ji ANF'ê re axivîn.

Rêzan Zîlan: Komploya Navneteweyî di şexsê Rêbertî de li hemberî gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya gelên bindest hate kirin. Armanc ji komployê îmhakirina fîzîkî ya Rêber Apo, lawazkirina tevgera me ya azadiyê bû ku bi vî rengî bixe bin bandora xwe. Lê belê Rêbertî rê neda vê yekê û komplo têk bir. Weke gerîlayên azadiyê, weke milîtanên Rêber Apo çavkaniya me ya têkoşînê Rêbertî ye. Berxwedana ku Rêbertî bi salan e li Îmraliyê dike, ji bo me mînak e. Şert û merc çiqasî giran dibin bila bibin, em dikarin bi rêbaza têkoşînê ya Rêber Apo bi ser bikevin. Em ji Rêbertî hînî têkoşînê bûn. Di dawiya vê têkoşînê de hêvî tê dîtin, em ê bidin pey vê hêviyê. Em ê bi çalakiyên xwe, bi têkoşîna xwe hesab ji komplogeran bipirsin.

Kendal Azad: Ez hîn ji dayik nebûbûm, Rêber Apo dest bi têkoşînê kiribû. Armanca têkoşîna Rêbertî ronîkirina ciwanan bû, lê belê dewletên hegemonîk nedixwestin ciwan bêne ronîkirin, lê di tarîtiyê de bimînin. Ji ber vê yekê jî li hemberî Rêberê me komploya navneteweyî pêk anîn. Lê belê negihîştin armanca xwe. Rêbertî komplo têk bir. Lê ya girîng misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî divê em têkoşînê mezin bikin. Li gelek welatên weke Efrîka û Hindistanê bi têkoşînê Rêberê wan welatan û gelên wan azad bûn. Em jî dikarin Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bikin.

Rojhat Norşîn: Hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber Apo re xwestin destketiyên gelê me tine bikin. Lê belê negihîştin armanca xwe. PKK hîn jî li ser piyan e û her roj hîn xurt dibe. Lîstikên komplogeran çiqasî mezin dibin bila bibin ne PKK ne jî gelê me têk diçin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin û dewam bikin.