Komelên Jinên Ciwan bang kir ku, agirê Newrozê gur bikin
Komelên Jinên Ciwan bang kir ku, agirê Newrozê gur bikin
Komelên Jinên Ciwan bang kir ku, agirê Newrozê gur bikin
Komelên Jinên Ciwan bi boneya Newrozê daxuyaniyek da û Newroza 2013’an ya bi slogana “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” tê pêşwazî kirin pîroz kir.
Di daxuyaniya ku têde tê gotin, “Em bang li jinên ciwan dikin ku, li hemû qadan bi ruhê azadiyê agirê Newrozê gur bikin.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Ji xwedawend Înannayê heya Hz. Eyşeyê, ji Zennûbeyê heya Hypatiayê, ji Kîbeleyê heya Meryemê, ji jinên pîrhevok heya Zeynebê, ji Rosayan heya Sarayan, pêwîste li ser girêdanbûyîna bi bîranîna hemû jinên heya mirinê berxwedana azadiyê dayîn, qadên Newrozê ji jinan bên dagirti û bi dengê tîlîliyan hemû qadê bipêçe. Newroz; pêwîste diyarî hemû jinên ku, bi keviran tên kuştin, yê çermê wan tê jê kirin, perçekirin, bi tecawizê hewil didin bê rûmet bikin, yên bi hezaran sala tên qetilkirin, keda wan tê dagirkirin û weke ku li Parîsê bûyî hewil didin dengê wan qut bikin, bê kirin.”
Di daxuyaniyê de hate aşkera kirin ku, Newroz sembola berxwedana Kurde, çalakiyek ya azadiyê ye ku bi milyonan kes radibin serxwe û hate bibîrxistin ku, 8’ê Adarê bi vî ruhî hate pêşwazî kirin. Komelên Jinên Ciwan da diyarkirin ku, ew bi heman zanist û ruhî nêzî Newroza 2013’an dibin û ev bang hate kirin: “Jinên me yên ciwan dikarin bi rêxistinûna xwe, serhildanên xwe û sekna xwe cîhanê biguherînin û azad bikin, pêwîste vê nîşanî her kesê bidin, bi taybet pêwîste ji jinên Rojhilata Navîn re bibin mînak. Bi gotina em dikevin pêvajoyekî nû pêwîste bi tu awayî nekevin rehawetê, pêwîste em çalakiyên xwe li her derê û di her şertê de ji îro bigehînin astekî hîn jortir.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em weke Komelên Jinên Ciwan soz didin ku, agirê Newrozê yê nû û ruhê tekoşînê yê me ji rêhevalên xwe Sakîne-Sara, Fîdan-Rojbîn û şehîdên yekem yên Komelên Jinên Ciwan Leyla-Ronahî girtine dê li hemû qadan bilindtir bikîn. Dîsan bi şîara Ji Rêbertiyê re Azadî ji Kurdistanê re Statû Newroza hemû gelê me û jinên ciwan pîroz dikîn û bang dikîn ku tekoşînê hîn zêdetir bilind bikin.”