KNK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

KNK'ê Cejna Çarşema Sor bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî bi peyamekê pîroz kir.

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Îro çarşeme, Çarşema Sor e, Çarşema serê Nîsanê ye, cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, li gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike. Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan teva.

Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şingal, li Efrîn û li Serêkaniyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewam in. Rewşa Şingalê hêca bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şingalê hingî diçe kûrtir dibe. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şingalê berdewam in. Em li gel gelê Şingalê û hêzên parastina Êzîdxanê cihê xwe digrin û em ê hemî awayî wana destek bikin. Ev êrîş berdewama êrîşa DAIŞ'ê ye û dewama Fermana 74. ne. 4 sal pêş niha, bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, bi organîzasyona dewleta Tirk, di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wan e. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. 

Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendiyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞ'ê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingaliyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke teybet bêne nirxandin û çareserî jê re bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyar bin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.
 
Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet a paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin. 

Bi azadî û bextewarî pîrozkirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze. Bi vê hêvî û daxwazê, em weke KNK, careke din cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî, gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin."