KJK: Li hemberî tecrîdê em çalakiyên protestoyê li dar bixin

KJK: Di serî de jin û ciwan em bang li hemû kesan dikin ku li hemberî êşkence û tecrîda li ser Rêber Apo em çalakiyan li dar bixin.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em tecrîd û êşkenceya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Em hikumeta AKP’ê hişyar dikin ku divê dev ji van êrîşên xwe berde.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Kurd ji bo ku hebûna xwe biparêzin û jiyaneke bi rûmet û azad bijîn, li hemberî her cure êrîşan li ber xwe didin. Bi pêşengiya Rêber Apo Kurdên azad hêza xwe zêdetir dikin lê li hemberî vî tiştî jî hêzên mêtinger dixwazin Kurdbûneke bê îrade û bê kesayetî ava bikin. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dewleta faşîst a Tirk li her derê êrîşî Kurdan dike û hêzên emperyalîst jî piştgiriyê dide wan.

CPT BERPIRSYAR TEVNAGERE

Di sedsala 21’emîn de navenda polîtîkayên qirkirinê Rêber Apo ye. Komploya 15’ê Sibatê bi vê armancê hate kirin û li ser Rêber Apo sê sal in tecrîdeke girantir heye. Xeta Rêber Apo li hemû parçeyên Kurdistanê bi pêş ve diçe û tolê ji hêzên dagirker distîne.

Di van rojan de CPT rapora xwe ya li ser Rêber Apo eşkere kir. Têkildarî li ser rewş û tendirustiya Rêber Apo tu agahî nayên stendin lê CPT bi vê berpirsyarê tevnagere û ne cîddî ye. CPT heta îro bêdeng ma û vê daxuyaniya wan a dawîn jî ji tiştekî re nabe bersiv. Em bang li CPT dikin ku divê bi awayekî cîddî li peywira xwe xwedî derkeve.

Di dagirkeriya Efrînê de jî dewleta Tirk a faşîst careke din rûyê xwe yê dagirker nîşan da û êrîşî Efrînê kir. Li hemberî berxwedana Efrînê her cure hovîtî kir û di heman demê de li İmralıyê li ser Rêber Apo êşkence ferz kiriye.

Em tecrîd û êşkenceya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Em hikumeta AKP’ê hişyar dikin ku divê dev ji van êrîşên xwe berde.

Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan em bang li hemû kesan dikin ku li hemberî êşkence û tecrîda li ser Rêber Apo em çalakiyan li dar bixin. Em bi giyanê berxwedanê yê Efrînê û bi biryardariya Newrozê çalakiyên bi bandor li dar bixin û xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.”