KJK: Em bi biryar in ku pergala Îmraliyê bişkînin

Koordînasyona KJK’ê bang li hemû welatparêz, hêzên demokratîk, jin û ciwanan kir ku li dijî komployê têkoşînê geş bikin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin

Koordînasyona KJK’ê ji ber salvegera komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da. KJK’ê diyar kir piştî ku 9’ê Cotmeha 1998’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê hate derxistin komploya navneteweyî ketiye sala 20’an û wiha domand: "Ev komploya herî berfireh û dirinde ya dîroka mirovahiyê bi 15’ê Sibatê re pêvajoya Îmraliyê da destpêkirin. Rêber Apo ev 19 sal in li dijî vê pergala êşkenceyê ku li Îmraliyê bi hevkariya hêzên navneteweyî û herêmî pêk tê û bi qerdiyaniya dewleta TC’ê tê pêşxistin berxwedaneke mezin nîşan da û nîşan dide. Û em çalakiyên fedayî yên dîrokî yên bi navê ‘’Hûn nikarin roja me tarî bikin’ û şehîdên mezin bi bîr tînin, ku hê şeva 9’ê Cotmehê bi M. Halîn Oral ê ku komploya mezin û taloke hîs kiribû, dest pê kiribû û gihaştibû bi sedan kesî. Ji ber sedema berxwedaniya mezin a Rêbertiya me, Şehîdên me û her wiha dîsa ji ber raperîna gelê me yê li Kurdistanê û li hemû deverên ku Kurd lê dijîn, hêzên komploger bi paş ve gav avêtine, rê li ber girtine ku ew tişta ku wan dixwest pêk were."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêvajoya ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş xistiye, bûye pêvajoyeke wiha ku têkoşîna me ya azadiyê hem bi wateya giştî û hem jî bi wateya têkoşîna azadiya jinê geşedanên mezin lê pêk hatine, bûye pêvajoyeke derbasbûnê ku di dema berxwedanê de sîstem were avakirin’’ û bi domdarî, ‘’Ev bûye pêvajoyeke wiha ku têkoşîna me ya azadiyê ji zemîna Kurdistanê ber bi Rojhilatanavînbûnê ve, ber bi gerdûnîbûnê ve çûye. Ev pêvajoyên ku dijmin tam jî dixwest Rêbertiya me tasfiye bike û pê re sosyalîzmê û Kurdbûnê tasfiye bike, ketine rengekî dijberê ve, Kurdbûn hatiye rewşeke wiha ku nema dikare were înkar û îmhakirin, sosyalîzm hatiye rewşeke wiha ku nikare were hilweşandin. Mîmarê vê pêvajoyê yê gav bi gav bûye Rêber Apo, hem jî di pêvajoya Îmraliyê de ev pêk aniye ku bi tifaqa hêzên komoger ew mehkûmî tenêtiya mezin kiribûn. Xwederbirandina Kurdê Azad, nasnameya Jina Azad a bi rengê Modernîteya Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratî û bi pergala Konfederasyona Demokratîk bûye zemîn ku sosyalîzm xwe ji nû ve bi rengekî xurt vebêje."

AKP GORA XWE DIKOLE

KJK’ê di daxuyaniya xwe de bi domdarî wiha got: 

"Niha li Rojhilata Navîn şer şerê pergla Rêber Apo û pergala desthilatdarîxwaziya herêmî û navneteweyî ye. Şerê ku jê re şerê 3. ê Cîhanê tê gotin derbirîna vê ye. Tam di nîvê vî şerî de Rêber Apo mehkûmî êşkenceya tecrîdê hatiye kirin, êşkenceya Îmraliyê bi girantirkirinê tê domandin. Rêbertiya me jî li dijî vê berxwedaniyeke bêmînak û mezin nîşan dide. AKP di dilê xwe re dibe ku êşkenceya Îmraliyê çendî geş bike, wê ew qasî encamê bistîne, mezin bibe û xurt bibe. Hesab dike ku çi qasî zêdetir dijminatiyê li Kurdan, li Rêber Apo, li PKK’ê, li jina azad bike wê ew qasî bijî. Berevajî vê, AKP gora vê bi vê dijminatiyê çêdike. AKP û Erdogan wê di dijminatiya Kurdan, Rêber Apo, PKK û Jina Azad de bifetisin.

HETA KU SÎSTEMA DÎLGIRTINÊ BÊ ŞIKANDIN, EM Ê TÊBIKOŞIN'

Di civata giştî ya 8. a KJK'ê de, li dijî komployê me sond xwar. Me biryar dan, ku li dijî vê komploya mezin dest bi pêngaveke berfireh bikin. Pêngava me bi dirûşma 'Sonda me ye: Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Bi Rêber Apo re azad bijîn!' ev biryardariya me nîşan daye. Pêngava me ji sê qonaxan pêk tê. Qonaxa destpêkê wê navbera 9'ê Cotmehê-25'ê Mijdarê, qonaxa duyemîn navbera 25'ê Mijdarê-15'ê Sibatê û qonaxa sêyemîn jî wê navbera 15'ê Sibatê û 4'ê Nîsanê pêk werin. Û ev pêngav, heta şikandina sîstema dîlgirtinê û tecrîda li Îmraliyê, wê bi biryardariya têkoşînê ya bê navber, bidome.

'EM BI BIRYAR IN KU DÎWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN'

Em bi biryar in, ku sonda xwe bi gavên polîtîk, rêxistinî, îdeolojîk û xweparastinê bikin yek û sîstema Îmraliyê parçe bikin. Sebra Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê ya li pêşberî vê pêvajoya bi serkêşiya faşîzma AKP'ê tê meşandin, nema ye. Me ti carî qebûl nekir ku Rêberê me rojekê, ya jî saetekê li Îmraliyê bimîne û em ê qebûl jî nekin. Ji ber vê yekê, me sond xwar ku sîstema Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re di jiyana azad de bijîn. Em soz didin, ku di sala 20'an a komployê de, li gorî vê sonda xwe tevbigerin û bi ser bikevin. Sekneke li Rêbertî, şehîdan, gelên bindest û gelên me bê, bi vî rengî ye. Em bang li hemû welatparêz, hêzên demokratîk, jin û ciwanan dikin ku li dijî komloyê têbikoşin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin."